'Guleya 15'ê Tebaxê di Şoreşa Rojava de deng veda'

Malbatên şehîdan ên bajarê Dêrikê diyar kir ku guleya yekemîn a di 15'ê Tebaxa 1984'an de hat avêtin, gelê Kurd bi têkoşînê ve girê da û tovên destpêkê yên şoreşa Rojava di 15'ê Tebaxê de hatin çandin.

Berxwedana gerîla ya şoreşgerî ku bi pêşengiya fermandar Egîd (Mahsûm Korkmaz) di 15'ê Tebaxa 1984'an de li Dihê û Şemzînanê fîşeka destpêkê li dijî dewleta Tirk a dagirker teqand, ket sala xwe ya 37'an. Berxwedana 15’ê Tebaxê ku di serî de li Rojhilata Navîn û piştre li tevahiya cîhanê deng veda, tarîtiya 12'ê Îlonê ronî kir û Vejîna Mezin da gelê Kurd. Ev vejîn bi şoreşa Rojava re kete qonaxeke din.

Malbatên şehîdan ên li Dêrikê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku guleya yekemîn a di 15’ê Tebaxê de hate avêtin, gelê Kurd ji nû ve bi têkoşînê ve girê da.

Şêxmûs Hesen ku 2 zarokên wî di têkoşîna azadiya Kurdistanê de şehîd bûne, diyar kir ku 15’ê Tebaxê ji bo gelê Kurd qonaxeke dîrokî ye û got: "Ji serhildanên din cudatir, pêngaveke xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Bi vê destkeftiya dîrokî re gelê Kurd di nava têkoşînê de aktîf bû. Bi guleya yekem re baweriya her kesî ya bi azadkirina hemû parçeyên Kurdistanê zêde bû."

Hesen destnîşan kir li Kurdistanê gelek serhildan çêbûnê lê belê wan serhildanan demeke dirêj  berdewam nekiriye û serkeftî nebûne û wiha axivî: "Ev tevgera bi pêşengiya rêber Apo, xwedî gelek taybetmendiyan bû ku ji serhildanên din ên eşîrî cuda bû. Bi guleya destpêkê re tevgera azadiyê li ber xwe da û li dijî zîhniyeta faşîst şer kir. Rêber Apo destnîşan kir ku gelê Kurd çi pêwîst be, li ser vê bingehê têkoşînê dewam bike. Berxwedana 15’ê Tebaxê gelê Kurd ji xewa giran şiyar kir û bû sedema destpêkirina têkoşîna li çar parçeyên Kurdistanê."

'ŞOREŞA ROJAVA PARÇEYEKÎ PÊNGAVA 15’Ê TEBAXÊ YE'

Şêxmûs Hesen diyar kir ku tovên destpêkê yên şoreşa Rojava di 15’ê Tebaxê de hatin çandin û got: "Ew guleya li Şemzînan û Dihê hat avêtin, îro li Rojava li dijî DAIŞ û dagirkeran deng vedaye. Şoreşa Rojava parçeyekî 15’ê Tebaxê bû. Şoreşa Rojava bi saya van gavên dîrokî pêk hat. Gelê Kurd li Bakur, Rojava, Rojhilat û Başûr di şoreşa 15’ê Tebaxê de azadiya xwe dît û li dora PKK'ê bû yek. Ciwan ji bo tev li têkoşîna azadiyê bibin, li her derê seferber bûne."

Esma Mûrad Samya (Yadê Esma) ku di gelek çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de aktîf e û her tim bi cilên xwe yên reş xuya dike, beşdarî xebatên eniya şer ên sala 1990'î bûye. Piştî ku rêber Abdullah Ocalan di sala 1999'an de ji ber komployê hat girtin, soz dide ku heta rêber Abdullah Ocalan ji aliyê fîzîkî ve azad bibe, kincên reş li xwe bike. Esma ku li herêma Dêrikê bi navê "Yade Esma" tê naskirin, di sala 2008'an de ji bo bersiva li îşkenceya li rêber Abdullah Ocalanya li zîndana Îmraliyê, yek ji wan çalakvanan bû ku yekem car çalakî pêk anî.  Di wê pêvajoyê de Esma Mûrad li dijî vê îşkenceya li ser rêber Ocalan porê xwe diqusîne.

'LI ROJAVA LIV Û TEVGER BI LEZ BELAV BÛ’

Esma Mûrad wiha berdewam kir: "Serhildanên Kurdan ên berê zû dihatin tepeserkirin. Wan nizanîbû li ber xwe bidin, çawa şer bikin. Tevgera PKK'ê li Rojava wek tevger ji aliyê 7 xwendekaran ve dest pê kir û hat naskirin. Ji bo vê tevgera ku li Bakurê Kurdistanê dest pê kir, xwe bigihîne Rojava, demeke dirêj derbas nebû. Di wê pêvajoyê de li vir jî tevgerê dest bi birêxistinkirinê kir."

Esma Mûrad diyar kir ku tu kes ne li bendê bû ku PKK di wê pêvajoyê de ew qas mezin bibe û got: "Ji ber ku hemû tevgerên Kurdan hatin têkbirin û pêşengên wan hatin qetilkirin. Di vê pêvajoyê de pêşengên PKK'ê di zindana Amedê de rastî îşkenceyên giran hatin. Lê li Rojava gelê Kurd bi vê tevgerê ve girêdayî bû û em jî di nav de bûn. Tevger nû bû, zehmetiyên madî û manewî hebûn. Tevî van hemûyan jî gel her tiştê xwe seferber dikir, ji bo ku ev tevger bi ser bikeve. Ev tevger bi têkoşîna gel a bi vî rengî li Rojava belav bû."

Esma Mûrad diyar kir ku guleya yekemîn a di 15’ê Tebaxê de hat avêtin, bi lez û bez li Rojava deng veda û wiha pê de çû: "Gelê me ji ber zilma giran a pergalên faşîst ên li her çar parçeyên Kurdistanê, bê hêvî bû. Di pêvajoyeke wiha de 15’ê Tebaxê hêvî da me hemûyan. Ji her alî ve vejîna gel pêk hat.”

Esma Mûrad destnîşan kir ku gelê Kurd di dema şoreşa Rojava de jî rastî zordestiyê hat û got: "Li hemberî vê yekê, gelek xwendekarên zanîngehê bi baweriya xwe ya bi Pêngava 15’ê Tebaxê re berê xwe dan nava refên gerîla û cihê xwe di nava têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de girt. Heke wê rojê vê tevger dest bi têkoşîna çekdarî nekira, niha kesî behsa şoreşa Rojava nedikir. Wê guleyê şoreşa Rojava bi xwe re anî. Niha bi sedan fermandarên ciwan li ser rêya Egîd dimeşin. Van ciwanan li ser şopa Egîd şoreşa Rojava pêk anî. Şengal ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin. Şoreşa Rojava li gorî armancên mezin ên rêber Apo pêk hat. 15’ê Tebaxê qonaxa destpêkê ya wê armancê bû."

'PIŞTÎ 15’Ê TEBAXÊ GELÊ KURD LI ROJHILATA NAVÎN DESTKEFTIYÊN MEZIN BI DEST XISTIN'

Esma Mûrad diyar kir ku Berxwedana 15’ê Tebaxê bandoreke mezin li ser tevgerên siyasî yên li Rojhilata Navîn kir û got: "Bi vê çalakiyê re gelê Kurd serkeftineke siyasî û leşkerî bi dest xist. Her kes Kurdan li Rojhilata Navîn nas dike. Îro li gelek deverên cîhanê tevgerên ji Ewropayê ji bo nasandina şoreşa Rojava cihê xwe di nava tevgera azadiyê de digirin. Ev berdewama ruhê 15’ê Tebaxê ye. Divê em bi ruhê 15’ê Tebaxê li dijî dagirkirina xaka me ji aliyê dijminên xwe ve, tê bikoşin. Divê em bi hemû gelan re vê têkoşînê mezin bikin. Hemû gelên îro şer dikin, bi fikr û felsefeya rêber Apo bi israr in. Ji bo em vê têkoşînê bêhtir mezin bikin û hesab ji dagirkeran bipirsin, divê em bi biryardariya 15’ê Tebaxê li ber xwe bidin û li her derê vejînê pêk bînin."

'15’Ê TEBAXÊ REŞIKA JINAN RAKIR'

Esma Mûrad axaftina xwe wiha domand: "Beriya vê tevgerê jin di nava çar dîwaran de dihatin hepskirin. Dema Leyla Qasim hate şehîdkirin, tevgera azadiyê bi guleya 15’ê Tebaxê têkoşîna wê bi bîr anî. Wê guleyê rê li ber têkoşîna azadiya jinan vekir. Bi dehan fermandarên wekî Zîlan û Bêrîtanan ji bo azadiya jinên Kurd xwe feda kir. Bi şoreşa Rojava re jinên Ereb jî di vê têkoşînê de roleke aktîf lîst. Divê em fikr û felsefeya ku rêber Apo ji bo azadiya jinan afirandiye, bidomînin."

Mihemed Ebdulezîz Heso got di 15'ê Tebaxa 1984'an de guleya yekemîn bû sedema tirsê di nava dijmin de û di nava gelê Kurd de hêviyek mezin çêkir. Heso got: "Piştî berxwedana 15’ê Tebaxê, gelê Kurd bêhtir bi têkoşîna azadiyê ve hat girêdan. Guleya destpêkê ya 15’ê Tebaxê, psîkolojiya têkçûnê ya ku gelê Kurd di pêvajoyên berê de derbas kiriye, guherand. Bi ruhê berxwedanê yê li zindana Amedê li ber xwe da, bi 15’ê Tebaxê re rabû ser pêyan."

Mihemed Ebdulezîz Heso diyar kir ku çalakiya 15’ê Tebaxê ji bo gelê Kurd bû despêkek û got: "15’ê Tebaxê ne tenê ji bo gelê Kurd, di heman demê de bi belavbûna fikir û felsefeya rêber Apo re li tevahiya Rojhilata Navîn, bû wateya vejînê. Di çalakiyê de ji bilî tevgerên din ên şoreşger ên klasîk, hat destnîşakirin ku divê têkoşîna çekdarî ya gelên li Rojhilata Navîn ji bo parastina xwe ya cewherî bê kirin. 15’ê Tebaxê gelê Kurd ji xewa giran şiyar kir. Li gel Hêzên Rizgarîya Kurdistanê (HRK) ku wê demê damezirandina xwe îlan kir, gelê Kurd niha li çar parçeyên Kurdistanê têkoşîna xwe ya azadiyê didomîne. Vê tevgerê li Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê gelekî deng veda û ji hemû gelan re bû mînak."

ANHA


Mijarên Din