Gundê Burc El-Qas bi binpêkirinên çeteyan re rû bi rû ne

Şêniyên gundê Burc El-Qas yê dikeve başûrê rojhilatê Efrînê, azara binpêkirinên çeteyên artêşa Tirk dikişînin.

Gundê Burc El-Qas 18 km dikeve başûrê rojhilatê bajarê Efrînê û wekî gundên Efrînê yên din debara xwe bi çandina zeytûnan dike.

Piştî êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê û dagirkirina Efrînê û bejahiya wê, komên çeteyan gundê Curc El-Qas ê girêdayî navçeya Şêrewayê ji aliyê başûr û rojava ve dorpêç kirin.

Şênî ne tenê azara dorpêçkirinê dikişînin, lê komên çeteyên nehiştin şênî di erdên xwe de bixebitin û berhemên xwe berhev bikin, lewma ji rizqên xwe bê par man.

Ji beriya 2 salan ve şêniyên gund bi sedan hêktarên xwe neçandine û kesên nêzî erdê xwe bibin, guleyan li wan direşînin.

Di heman demê de çeteyan 12 hezar darên zeytûnan qut kirin û şênî neçar neçar man derfetên kar bibînin ji xwe re peyda bikin, an jî biçin deverên din.

Welatiyê bi navê Îbrahîm Besrewî ji şêniyê gundê Burc El-Qas e wiha da zanîn, erdê me nêzêdetirî 1 km dûrî me ye, lê tevî vê jî ji ber guleyên çeteyên em nikarin herin nav erdên xwe.

Welatiya bi navê Kehle Eynad bang li çeteyên kir ku ji xaka wan derbikevin û wiha pê de çû: "Çete li dijî me binpêkirinan pêk tînin, li gel vê yekê erdên me dişewitînin û berhemên me talan dikin. Lewma divê ji Efrînê derbikevin."

Welatiyê bi navê Necîb Elî jî wiha anî ziman: “Ez li gund gavanim, lê ji ber çeteyan herêm dorpêçkirine, ez nikarim garanan bibin çêrê, li gel vê yekê çete kesên nêzî erdan bibin wan dike armanc.”

Welatiya bi navê Fedîla Nasiro wiha axivî: “Çeteyan erdê min, 600 darên zeytûnan û jenetorê min desteserkirin.”

Nasiro banga derxistina çeteyan ji herêmê kir.

(eh)

ANHA


Mijarên Din