Gundê Navkurê ji hêla şaredariyê ve hatiye paşguhkirin

Şêniyên gundê Navkurê yê girêdayî bajarê Qamişlo azara tunebûna torên kanalîzasyonê û dînamoya avê ya dabînkirina ava vexwarinê, dikişînin.  Xizmetên kêm bandor li ser rewşa tendirsutiya gund dikin. Şaredariya Gel jî tekez kir ku gund ji gundên bêserûber e û ta niha ti daxwaz derbarê pirsgirêkên xwe de pêşkêş nekirine.

Gundê Navkurê bi 5 km dûrî rojavayê bajarê Qamişlo ye. Navê Navkurê ji ber gund dikeve nava 3 girên Til Hec Abdullah, Til Faris û Til Şiîr, lê hatiye kirin. Li gor agahiyên şêniyên gund, ev 70 sale gund hatiye avakirin. Her wiha jî bi Navkurê Mala Dokiş tê nasîn. Gund ji yek gundên ku bêserûber hatiye lêkirin. Ta niha ti xizemt lê nehatiye kirin. Gund li kêleka sergoya giştî ya Qamişlo ye.

Şêniyên gundê Navkurê azara tunebûna tora kanalîzasyonê û dînamoya ava vexwarinê dikişînin. Her wiha van xizmetên kêm jî bandor li rewşa tendirustiya gund kiriye. Şêniyan diyar kirin ku di encama van hemû tiştan de bi belavbûna kermêşan re  gelek nexweşî weke, Laşmaniya, Ekzîma, hesasiyeta çerm, derketine.

Şêniyê bi navê Edle Hec Ebdî got: “Ji  ber nebûna tora kanalîzasyonê bêhn di nava gund de belav dibe. Gund ji dema hatiye avakirin heta niha hatiye paşguhkirin.”

Emîn Dokiş yek ji niştecihên destpêkê yê di dema avakirina gundê Navkurê de, ye. Dokiş got: “Ji ber nêzbûna cihê avêtina çopa sereke ya bajarê Qamişlo, bêhnên pîs di nav gund de belav dibe. Em nikarin tehemûl bikin."

Hevserokê şaredariya navçeya rojava ya bajarê Qamişlo Eblehed Îshaq diyar kir ku gundê Navkurê ji gundên bêserûber  hatiye avakirin û wiha axivî: "Ew di derveyî çarçoveya rêxistinî de ye û tu nexşe yan jî plangerî jê re tune ne. Em jî ji ber ti gilî yan jî daxwaznameyên fermî ji şaredariya gel re nehatine, gund hatiye paşguhkirin.”

Edle Hecî Ebdî got: “Em ji aliyên pêwendîdar daxwaz dikin ku dest bi xebata projeya kanalîzasyonê bikin. Da ku şêniyên gund ji van êşan rizgar bibin. Heman demê de divê parastina tenduristiya zarokan bên kirin.”

Eblehed Îshaq misoger kir ku heke daxwaz an jî gilî ji şaredariya gel a navçeya rojava ve hate rakirin û ew jî tevî ku gund bê ser û ber li nava zeviyên çandiniyê hatiye avakirin, dê şaredariya gel xizmetên guncaw û li gor derfetên heyî pêşkêş bike.

Li Herêma Cizîrê bi dehan gundên bêserûber hatine avakirin hene (gundên li nava zeviyên çandiniyê yên taybetiya şêniyan hatine avakirin). Ew gund nakevin nava planên fermî yên şaredariyên gel. Ji lew re şaredarî nikare xizmetên wan gundan mîna gundên dîtir bike. Lê Şaredariya gel tekez kir ku amade ne xizmetên wan gundan bike ku şêniyên wê daxwazên fermî rakirin şaredariyan.

(fr/bm)

ANHA


Mijarên Din