Gundê Soxanekê tê topbarankirin

Artêşa Tirk a dagiker û çeteyên wê gundê Soxanekê yê girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê topbaran dike.

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji gundê Kîmar ê girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê, gundê Soxanekê bi hawanan topbaran dike.

Nûçegihanê me diyar kir ku heta niha zêdeyî 30 top li gund ketine û zerar gihîşt mal û milkên welatiyan.

Nûçegihanê me destnîşan kir ku topbaran hate niha didome.

(bx)

ANHA


Mijarên Din