Gundê Um El-Hoş ê Şehbayê dê demekê di karantînayê de be

Şaneya Aloziyê li ser gundê Um El-Hoş ê kantona Şehbayê piştî derbasbûna leşkerekî hikumeta Sûriyê ku gumana pêketina Koronavîrusê lê heye, karantînaya demkî ferz kir. Şaneyê diyar kir ku ji ber desthilata Sûriyê hevkarî li gel  Rêveberiya Xweser nekir, ev alozî derket.

Beriya çend rojan desthilata Sûriyê erkdariya çend leşkeran bi dawî kir û ji ber ku bergiriyên pêwîst nagire, leşkerek derbasî gundê Um El-Hoş ê kantona Şehbayê kir. Paşê tîma awarte dest bi teşxîsê kir, lê hate diyarkirin ku nîşanên pêketina Koronavîrusê (Covid-19) lê dixuyin, li ser vî esasî leşker rakirin nexweşxaneya Helebê.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistafa anî ziman ku desthilata Sûriyê ji bo pêşîlêgirtina Koronavîrusê ji Rêveberiya Xweser re nabe alîkar, ji ber vê yekê leşkerek derbasî gundê Um El-Hoş bû û guman hene ku bi vîrusê ketiye, lewra leşker rakirin nexweşxaneya Helebê da ku rewşa wî tesbît bikin ka bi vîrusê ketiye ya na.

Ciwan Mistefa di dawiya axaftina xwe de piştrast kir ku Şaneya Aloziyê li kantona Şehbayê gund heta demekê xistiye karantînayê.

(eh)

ANHA


Mijarên Din