Gundên Girê Spî têne topbarankirin û balafirên keşfê digerin-Hate Nûkirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Girê Spî topbaran dikin. Di heman demê de balafirên keşfê li ser herêmê digerin.

Leşkerên artêşa Tirk  a dagirker û çeteyên wê gundên Kopirlik, Silêbî û Mixtar ên Girê Spî topbaran dikin.

Hemwext, balafirên keşfê li ser Girê Spî digerin.

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên ji saetên derdora 17:00‘an nuqteyên hêzên rejîmê yên li gundê Sarûc, Kopirlik, Evdiko û Qizelî yên Girê Spî topbaran dikin.

Li derdora gundê Bîrkino yê Girê Spî di navbera komên çete yên Tirkiyê û hêzên rejîmê de şer rû da.

Hêzên dagirker gundê Fatsa yê Eyn Îsayê dan ber topban, di encamê de hejmarek sivîl birîndar bûn.

ANHA


Mijarên Din