Gundên navçeya Şêrawa bi dijwarî têne topbarankirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gelek gundên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê bi moşekan topbaran dikin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de bi dijwarî bi moşek û topan gundên Soxinek, Aqîbe, Dêr Cimêlê û Bênê yên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê topbaran dikin. Heta niha bi dehan top û moşek li wan gundan ketine. Lê agahiyên girêdayî zirarên topbarana ku heta niha berdewam e nehatin bidestxistin.

(şx)

ANHA

 


Mijarên Din