Gundên Til Temir tên topbarankirin: 2 kes birîndar bûn- HATE NÛKIRIN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Um El-Kêf û Tiwîla yên navçeya Til Temirê topbaran dikin, di encamê de sivîlek û leşkerekî artêşa Sûriyê birîndar bûn.

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî pêş saetekê bi çekên giran êrişî gundê Um El-Kêf ê navçeya Til Temirê kirin ku bi sedan sivîl lê hene.

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê di çarçoveya bikaranîna mafên parastina rewa de bersiva êrişan dan û derbên giran li artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê xistin.

Leşkerên artêşa Tirk û komên çete yên girêdayî wê ku derbe xwarin niha bi obusan gundên Um El-Kêf û Tîwla topbaran dikin.

Hate ragihandin ku di êrişê de sivîlek û leşkerekî artêşa Sûriyê  bi sivikî birîndar bûn. Birîndar ji bo nexweşxaneyên bajarê Til Temirê hatin veguhestin.

Li gorî agahiyên ku ji nexweşxaneyên Til Temirê hatin girtin sivîlê bi navê Ehmed Mustefa Ezûz (55) di pişta xwe de birîndar bû û leşkerê rêjîma Sûrî ê bi navê Ela Miwefeq Ciletlî (23) di lingê xwe yê rast de birîndar bû. Bijîşkan diyar kirin ku rewşa herdu birîndaran baş e.

ANHA


Mijarên Din