Gurbûna aloziyê li herêmên bin serweriya rejîma Sûriyê

Li herêmên di bin serweriya hêzên rejîma Sûriyeyê de qeyrana aborî li beramberî salên derbasbûyî girantir bûye. Ev yek di aloziya sotemaniya û tinebûna madeyên sereke di bazaran de diyar dibe. Aborîzane dibînin ku çareyên demkî yê rejîma Sûriyeyê aloziyê bi dawî nake.

Di nav demên dawîn de li herêmên bin serweriya rejîma Sûriyê de aloziyek aborî heye. sotemenî, arvan û şîrê zarokan kêm in. Lê xisarkirê mezin gelê Sûriyê ye.

Li ber navendên lûleyên gaze, stasyonên sotemenî û firinan sirayên dirêj ji gelek saetan ve li benda kelûpelên xwe dimînin. Rejîma Sûriyê jî bê sedemên diyar êdî nikare çareseriyên demdirêj ji pirsgirêkan re peyda bike. Tevî wê jî sûkên reş bi buhayên duqat ku hin caran dighêjin 6 caran derketine.

Ji bo çareserkirina pirsgirêkê bi awayekî demkî rejîma Sûriyê kertên zekiyê derxistin da ku rê li pêşiya bikaranîna madeyên bingehîn di sûka reş de û mizextina wan madeyan birêxistin bike. Lê cezayên Amerîkayê li ser Îranê ya ku sotemenî ji rejîma Sûriyê re peyda dike, rewşa aloztir kir.

Serokwezîrên Sûriyê Îmad Xemîs li gorî dazgehên çapemeniyê li xwe mikur hat ku aloziyek sotemenî li Sûriyê heye û pêşniyar kir ku nirxa sotemenî were bilindkirin da ku mizextina wê kêm bibe. her wiha Misirê bi girtina Kanal El-Siwês li hember sahrîcên Îranê yên ber bi Sûriyê ve tewanbar kir.

Kemal Hisên dîplomasî mesrîfî ye ji ajansa me re girêdayî aloziya dawîn axivî û got dewleta ku  şer têde hebe, helbet dê aloziya aborî rû bide û bi dirêjkirina temenê şer re dê rewşên aborî paşde biçin.

Dewletên destekerên Sûriyê bi xwe rewşa Sûriyê aloz dikin

Li gorî Hisên Sûriyê destpêkê bi desteka Rûsya û Îranê aboriya xwe parast. Lê bi berdewamkirina şerê Sûriyê re rewşa aborî aloztir bû, ji ber ku dewletên desteker ji bo berjewendiyên xwe naxwazin çareserî li Sûriyê pêk were.

Cezayên Amerîkayê li ser Îranê beşek ji gurbûna aloziyê ye

Hisên destnîşan kir ku rewşên jiyanî li Sûriyê encama aloziya aborî ya herêmên bin serweriya rejîma Sûriyê de ye. Li gel gurbûna opersayonên leşkerî li Idlibê û bilindbûna asta şer li herêmên bakurê rojavayê Sûriyê, nirxa lîreya Sûriyê li beramberî dolara Amerîkî kêm dibe.

Hisên wiha domand: Rêjeya bîrên petrolê yên bin destê rejîmê de ji sedî 30`iye. Tevî wê jî herêmên mîna Hesekê yên ku wek pakêtên xwarinê ji Sûriyê tê hesibandin ne di bin serweriya rejîmê de ne, rejîma neçar dimîne petrolê ji Îranê bîne. Bi girtina Misirê re kanal El-Siwês li pêşberî sahrîcên Îranê yên ku berê xwe dane Sûriyê li gel lihevkirina di navbera Amerîka û Misirê de ji bo ferzkirina cezayan li ser pergala Îranê, alozî gurtir bû. ji ber ku Îran nikare petrolê bide Sûriyê, Rûsya wan cezayan bi kar anîn û keştîgehên Tertosê heya 49 salan istismar kirin li bermaberî ku aloziya aboziya Sûriyê sivik bike.

Gelo Sûriyê çawa ji aloziya xilas bibe?

Hisên destnîşan kir ku çareseriya aloziya aboriya Sûriyê bi çareseriya siyasî ya hundirîn û diyaloga Sûr-Sûrî ve girêdayî ye û wiha domand: Divê rejîm dest ji zihniyeta xwe ya faşîst berde û destê xwe di destê MSD`ê bike hêza herî mezin li ser erdê ji aliyê siyasî û leşkerî ve û hemûyan tev li avakirina Sûriyeya nûjen bike.”

Hisên destnîşan kir ku aloziya aborî ya Sûriyê bi riya çareseriyên demkî û derxistina kertên zekiye nayê çareserkirin. Ev kert li gel gelek dewletên cîhanê hene, lê di dewleta serdest de tu sudên wê tune ne.

Rejîma Sûriyê bang li bazirgan û xwediyên şirketan kirin ku vegerin û razemeniyan li welêt geş bikin. Lê çavdêr dibînin ku rewş guhertinên bingehîn pêwîst dike mîna peydakirina jiyanek bi rumet ji hemwelatiyê Sûrî re û bidawîkirina rewşa awart e.

(şx)

ANHA


Mijarên Din