Haaretz: Derbeya Îsralî ya dawî li ser Sûriyê ji encamên Kongreya El-Qudisê ye

Analîza  rojnameya Haaretz a Îsraîlê Îşaret pê kir ku derbeya Îsraîlê ya dawîn li ser Sûriyê li dijî çekên Îranê yên pêşketî ku pêşkêşî Hizbullah a Lubanê dikir, bû.

Analîza  ku rojanemeya Haaretz a Îsraîlê bal kişand ser nîqaşa Şêwirmendê Ewlehî ya Niştîmanî ya Rûsya ku hevpeymaneke xurt di navbera Moskova û Tehranê de heye di dema serdana Îsarîlê kiriye de. Lê belê Rûsya ji bo xebitîna binkeftina derbeyên Îsraîlê li Sûriyê naxibite. Li aliyekî dîtir jî analîza di rojnameyê de diyar dibe binpêkirina peymana nukleerê ji hêla Tehranê de ew e DYA’yê ber bi masiyê ve bikişîne. Lê rojnameyê da zanîn ku Trump hê jî ev yek derbas nekiriye.

Li gor raporên çapemeniya erebî, rojnameyê diyar kir ku bombebaranên hedefên Sûriyê û Îranê li dervayê bajarên Şam û Humsê şevê yekşemê mezintirîn êrîşên Îsraîl di van salên borî de ne. Dema wê jî balkêş bû ku piştî çend rojan ji lidarxistina Lûtkeya El-Qudisê ya şêwirmendên Ewlehiya Niştîmanî yên DYA’yê, Rûsya û Îsraîlê û DYA’yê û Îranê li hember hev du li Kendava Erebî hatine pêşberî hev, hat.

Ji aliyekî din ve jî di roja duşemê de hin raporan diyar kirin ku Îranê gefa zêdekirina depokirina Uranyumê piştî sînora 300 kg a li gor peymana nukleerê cara yekem, pêk aniye.

Di kongreya rojnamevaniya hevbeş de, şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Rûsyayê Nikolay Patrushev koalîsyona di navbera Rûsya û Îranê de li Sûriyê bi bîr xist. Lê diyar e Rûsya tu gavên girîng û aktîv der barê sînordarkirina êrîşên Îsraîlê yên li hedefên Îranê yên li Sûriyê, pêk neaniye.

Der barê pergala fûzeyên S-300 de jî, Rûsya got radestî artêşa Sûriyê kirine piştî rûxandina balafira Aliochn di Îlonê de bi şaştî, lê vê carê jî bi kar nayê. Sûriyê di bersivdana êrîşa dawîn de hejmarek fûzeyên S-200 avêtin, yek jî bi şaştî ber bi Qubrisê ve çû.

Her wiha raporên çapemeniya erebî bal kişand ser ku tevî di vê demê de hilbijartinên Îsraîlê heye, berovajî êrîşên berê berpirsiyarên herêmî vê carê tu gotin der barê berpirsiyariya Îsraîlê ya êrîşan de diyar nekir. Li aliyekî din jî di axaftina xwe ya li kongreya Herzlia ya îro de serokê Mossadê Yossî Cohen li ser rewşa bakur bi gelemperî axivî.

Di vê çarçoveyê de Yossi Cohen got: "Tu berjewendî me bi şerkirina bi Sûriyê re tune ye,lê em sepandina Îranê li dijî me di Sûriyê de napejirînin û yan jî Sûriyê bibe beregeheke lojistî ji bo veguhastina çekan ber bi Lubnanê ve."

Yossi Cohen lê zêde kir ku di nêrîna min de êrîşên Îsraîlê li Sûriyê dê li dawiyê bihêle Îranê jê derkeve.

Girêdayî rewşa Tehran û Washingtonê jî, nakokiyên DYA’yê li Kendava Erebî berdewam in. Ew jî piştî êrîşên dawîn ên li ser keştiyên petrolê û balafiran bû. Îranê firokeya DYA’yê ya bêpîlot li Kendavê di 20’ê Hizêranê de rûxand.

Dereng an zû dê her du alî diyalogan pêk bînin. Lê niha di qonaxa gefan de ne. Bi wê re jî diyar e şerê leşkerî yê yekser nayê kirin.

(fr)


Mijarên Din