Hamîd: Tirkiye dixwaze çeteyên Idlibê li Başûr bi cih bike

Niyazî Hamîd destnîşan kir ku Tirkiye li Başûrê Kurdistanê sîxuriyê bi pêş dixe û komên cerdevan ava dike û got: “PDK`ê planên dewleta Tirk ên dagirkirin û bicihkirina çeteyênIdlibê li herêmên Başûrê Kurdistanê bi cih tîne.”

Artêşa Tirk di 27’ê Gulanê de li çiyayê Şekîf û girê Şehîd Derwêş ên li herêma Xakurkê ya Başûrê Kurdistanê operasyoneke dagirkeriyê dabû destpêkirin. Dewleta Tirk ji raya giştî re diyar kiribû ku navê operasyona dagirkeriyê ‘Pençe’ ye. Di çarçoveya dagirkeriyê de bi sedan balafirên şer ber bi herêmê de rabûn û bi helîkopteran leşker danîn qadê.

Pisporê siyaset û Rojhilata Navîn ê ji Başûrê Kurdistanê Niyaz Hamîd êrîşên dewleta Tirk a dagirker li herêmên Başûrê Kurdistanê ji ajansa me re nirxandin.

‘Tirkiye çareseriya krîzan di şer de dibîne’

Hamîd destnîşan kir  ku piştî hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re û nêzbûna hilbijartinên 23`yê Hezîranê dewleta Tirk operasyon li Başûrê Kurdistanê da destpêkirin û got: “Peyama Rêberê Gelan ji bo aştiya Rojhilata Navîn û Tirkiyê bû. Lê dewleta Tirk dijberiya aştî û aramiyê di êrîşên ser Başûrê Kurdistanê re dîsa da xuyakirin. Dixwazin bi êrîş û dagirkeriyê di hilbijartinan de deskeftiyan wergirin. Dewleta Tirk ji bo paşketina siyaset û krîza aborî çareseriyê di şer de dibîne.”

‘Çeteyên Idlibê dê li Başûr bi cih bikin’

Hamîd diyar kir ku rewşa Başûrê Kurdistanê di nav metirsiyê de ye ku destê dewleta Tirk bi temamî ketiya nav axa Başûrê Kurdistanê û got:  “Dewleta Tirk a dagirker bi hemû teknîka xwe ya pêşketî êrîşî herêmê dike. Her wiha bi îstixbaratan jî herêmê tevlihev dike. Li Hewlerê îstîxbarata Tirkiyê li ser herêma Kurdistanê hakim e. PDK jî hemû daxwazên îstixbarata dewleta Tirk bi cih tîne ku planên dagirkirinê bicih bîne û dixwaze Başûr jî wekî Qubirisê birêve bibe. Dewleta Tirk a dagirker çeteyên Idlibê de dixwaze li herêmên Başûrê Kurdistanê de bi cih bike. Ji bo wê jî herêmê dixwazin vala bikin. Ev jî perçeyek ji planên dagirkeriyê ye û PDK jî alikariya van planan dike.”

‘Li Başûr sîxurî bi pêş dikeve û komên cerdevan tên avakirin’

Hamîd bal kişand ser kiryarên dewleta Tirk li herêmên Başûrê Kurdistanê û diyar kir ku dewleta Tirk sîxuriyê bi pêş dixe û komên sîxuran ava dike û got: “PDK`ê jî alikariya avakirina komên sîxuriyê dike. Mînaka wê li Hewlerê de nîşan dibe. Tirkiyê hikumeteke biçûk a Asayîş û îstixbaratî li konsolosa Tirkiyê ya li Hewlerê çêkiriye. Ev hikumet ji bo xebatên îstixbaratî biryaran dide. PDK li vir bi şeklî ye û bê vîn e. PDK li herêmên ku leşkerên Tirk û gerîla beramberî hev in, komên terorîst ava kirine. Çawa ku li Tirkiyê cerdevan hene, li Başûr jî bi heman şêwazî cerdevan ava kirine. Her cerdevan di navbera 100-200 dolar de ji PDK`ê pere werdigire."

 Kiryarên li Efrînê li Başûr jî tên meşandin

Hamîd anî ziman ku dewleta Tirk bi êrîşan dixwazin demografiya Başûrê Kurdistanê wekî Efrînê bi şêwazên cuda biguherînin û ev tişt got: “Kiryarên ku li Efrînê pêk tînin bi şêwazên sîxuriyê li Başûr jî pêk tînin. Piştî serhildana Şêladizê dewleta Tirk a dagirker hewl dide planên xwe mezintirîn bike û zêdetir bibe bandorker. Lê berxwedana gerîla û gel li hemberî planên dewleta Tirk radiwestin. Dewleta Tirk li Amêdiyê û Şeladizê hezar qoruciyên (cerdevan) xwe çêkirine.” 

‘Bêdengiya Iraqê ji êrîşan re razîbûnê nîşan dide’

Hamîd diyar kir ku Iraq bi bêdengiyê razîbûna xwe ji êrîşên Tirkiyê re nîşan dike û got: “Tu vîna serbixwe ya Iraqê tune ye. Ev êrîşên herêma Başûrê Kurdistanê bi razîbûna Iraqê çêdibin.  Ji bo wê Iraq çavên xwe ji êrîşan re digire. Serdana Adil Ebdulmehdî  û Berhem Salih li Tirkiyê di çarçoveya hevkariyê de ye ku ji bo êrîşan bê deng bin. Bê vîna Iraqê nabe bersiva gelê Iraqê, tê payîn ku rapêrînên gelekî mezin pêk werin.”

Hamîd diyar kir ku dewleta Tirk li herêmên Başûrê Kurdistanê dixwazê çeteyên li Idlibê bi cih bike û got: “PDK jî alîkariyê dide plana Tirkiyê. Êdî PDK bi wan alikariyên dewleta Tirk ji gelê xwe re dibe terorîst. PDK bûye beşek ji îstixbarata Tirkiyê û dagikeriya Kurdistanê. Valakirina herêma Biradostê armanca Tirkiyê û PDK`ê ye. Hêza ku di herêmê de ji bo aramiya gel li ber xwe dide, PKK ye.”

ANHA


Mijarên Din