Hamîde Yigit: Wê berdêla S-400’an giran be

Pispora Rojhilata Navîn Hamîde Yigit diyar kir ku eger Tirkiye S-400’an bigre yan negire jî dê zirarê bibîne û got: “Tirkiye niha di nabosekî (rêya ku dawiya wê girtî) de ye.”

Rûsyayê diyar kir ku dê di meha Tîrmehê de S-400’an bide Tirkiye yê. Me ev mijar bi Pispora Rojhilata Navîn Hamîde Yigit re axivî. Hamîde destnîşan kir ku israra Tirkiyê ya ji bo girtina S-400’an berdewam e, lê dibe ku Tirkiye her kêliyê ji vê biryara xwe vegere.

Hamîde diyar kir ku ev pêjavo ji bo S-400’an pêvajoyek guherok e û wiha got: “S-400 berhemê hevpeymana pêvajoyek ku Tirkiye ‘neçarî’ Rûsyayê ye. Tirkiyê xwest di vê pêvajoyê de restê bikişîne Amerîkayê. Bi taybet Amerîkayê hem li Sûriyê hem jî di pêvajoya 15’ê Tîrmehê de pişta xwe li mutefîkê xwe yê NATO’yê zivirand. Heman demê de Amerîkayê di pêvajoya xistina balefira Rûsî de, Tirkiye bi danekirinên Rûsyayê anî beramberî hev, ev pêngav ji ber vê hat avêtin.”

Hemle: Dersdayîna DYA’yê, xweşkirina têkiliyên bi Rûsyayê re û li Sûriyê jî destkeftin

Hamîde Yigit destnîşan kir ku hevpeymana S-400 hemleya di aliyekî de dersdayîna DYA’yê, aliyê din têkiliyên nexweş bi Rûsyayê re xweşkirin û ya herî giring jî li Sûriyê windahiyên sitratejîk kêm jî be vegerîne destkeftiyan e. Yigit got: “Vê pêngavê Tirkiye li ser Sûriye, hevkariyek stratejik bi Îran û Rûsyayê re ava kir.  Vê hevkariyê hişt ku Tirkiye li Sûriyê pozisyonê bigre. Heta vir hevpeymana S-400 Rûsya û Tirkiyê (ya herî giring ji Sûriyê re) destkeftiyên giring anî. Herêmên şer lê kêmkirin, veguhestina gurubên çekdar û pêşketinên heyî rêya şer berovajî kir. DYA û hevalbendên wî tenê li ser Rojhilatê Firatê hûr bûn. Hewldan pozisyona ku li ser destkeftiyên QSD’ê qezençkirine bi hêz bikin. Ji ber vê jî di destpêka çêkirina vê hevpeymanê ji hevalbendên NATO û DYA’ê bertekên sist hatin. Lê di vê pêvajoyê de her ku çû Tirkiye nêzîkê Rûsayê bû û tenê bi dîtwarî jî be ji DYA’yê dur ket.”

‘S-400’an bigre û negire jî di zirarê de ye’

Hamîde diyar kir ku di vê bêistikrariya polîtîkayên derve yê Enqereyê de dibe ku her kêlî ji kirîna S-400’an vegere. Hamîde gotinên xwe wiha berdewam kir: “DYA’yê dema dîroka radestkirina moşekên S-400 nêzîk bû, paşê bertekên cidî nîşan da. Raste, pêvajoya radestkirina moşekan hat dirêjkirin, lê tê zanîn ku Rûsyayê ekîb şandin û xebatên fizibiliteyê da destpêkirin. Tê dîtin ku eger Tirkiye vê pozisyonê berdewam bike, dê rasdestkirina moşekan pêk bê. Lê bêîstikrariya polîtîkayên derve yên Enqereyê jî nîşan dide ku, dibe her kêlî girtina S-400’an vegere. Di encam de dibêje ‘bi cîranan re pirsgirêk tune ne’ û nişkave dibêje ‘cîrantî tune’. Ji vê re jî dibêje ev pêvajoyek stratejik e û vê wek serkeftin bi nav dike. Em qala politikaya hukumetek wisan dikin. İsrara girtina S-400’an dewam dike, lê dibe her kêlî ji vê sozê were vegerîn jî. Lê em vê diyar bikin, di her du rewşan de jî wê AKP zirarê bibîne. Eger resta F-35’a DYA’yê biperijîne û hevpeymana bi Rûsyayê re xirab bike, dê bi awayekî din zirarê bibîne. Eger di hevpeymana S-400’an de israr bike û ji kirîna F-35’ên DYA’yê mehrum bimîne, dê dîsa faturayek giran bide.”

 ‘Di rastiyê de yê ku ekonomiye hilweşîne danekirin in’

Hemîde da zanîn ku dema Tirkiye S-400’an bigre, dê bi wê re danekirinên ku ekonomiyê bandor bikin werin û wiha pê de çû: “Bi kirîna S-400’an ekonomiya Tirkiyê zêde bandor nabe. Ji ber ku bi vê re gelek peymanên ticarî bi Rûsyayê re hatine kirin. Rûsya yek ji welatên ku berhemên çandinî ji Tirkiyê digre ye. Berdêla xistina balefira Rûsî û suikasta ku li Sefîrê Rûsî Karlov hat kirin giran bû. Ji ber danekirinên Rûsayê, ihracata çandiniyê sekini û ekonomiya Tirkiyê li binguhê hev ket. Bi S-400’an re ji bo berfirehkirina ticaretê re gelek peyman hatine kirin. Tenê girêdayî kirîna moşekan ekonomi narûxe. Rastiyê de yê ku ekonomiyê bandor bike danekirin in.”

‘Tirkiye di tengasiyê de ye!’

Hamîde destnîşan kir ku Tirkiye di tengasiyê de ye û wiha axivî: “Eger Tirkiye pergala S-400 ava bike, dê têkiliyên wê bi DYA’ê re bên rewşa qutbûnê. Tirkiye ketiye kolanek ku pêşiya wê girtiye. Dê pergala S-400’ê dê F-35’ên DYA’ê vale derbixe. Endamên NATO’ê ji bo rewşeka kirîna S-400’an bi dengek bilind aciziyên xwe anîn ziman. Heta hinek aliyan rexneyên ji bo vê rewşê DYA’yê berpirsyar kirin. Rexneyên ku “DYA’ê hesasyetên parastina Tirkiyê berçavan re derbas nekir” kirin. Rexne bi giştî “DYA’yê li Sûriyê helwesta Tirkiyê ya li dijî Kurdan nehesibandiye. Ji ber ku pozisyona Kurdan bi hêz kiriye, mutefîkek ê weke Tirkiyê ber bi baskên Rûsyayê ve dehf da.” Ev jî diyar dike ku welatên NATO’yê ji DYA’ye dixwazin ku guh bide hesasyetên Tirkiyê û  pêngavên durkirina Tirkiyê ji Rûsyayê biavêje. Wê pêşketin kîjan aliyî ve biçin nayê zanîn. Lê tiştek ku tê zanîn heye “Ji ber berjewendiyên netewî dibe ku her kêliyê DYA pişta xwe bide Kurdan û pêngavên ji bo memnunkirina Tirkiyê biavêje. Dema ku Tirkiyê jî ji DYA’yê mîsogerî girt, dibe ku têkiliyên xwe bi Rûsayê re sînordar bike. Ji bo berjewendiyan dibe ku her kêliyê têkilî berê xwe biguherin.”

‘Tirkiye û Rûsya li Sûriyê pey polîtîkayek hevbeş in’

Hamîde anî ziman ku bi kirîna S-400’an re dê Rûsya li Sûriyê ji bo çavdêriya berjewendiyên Tirkiyê pozisyonê bigre û wiha got: “Dê Rûsya û Tirkiye bi hev re tevbigerin. Bi kirîna S-400’an re dê politikaya Tirkiyê li Sûriyê bi berjewendiyên Rûsyayê yên li herêmê re bibe yek. Wê li dora sûdek hevbeş polîtîka were domandin. Rûsya dê li Sûriyê pozisyona çavdêriya berjewendiyên Tirkiyê bigre. Ku niha kismî jî tiştên ku Rûsya dike ev e. Bicihbûna Tirkiyê li axa Sûriyê bi erêkirina Rûsayê pêkan e. Beranberî rizgarbûna axa Sûriyê ji destê komên çekdar, di bin mîsogerkariya Tirkiyê de heman komên çekdar karîn cihên dagir bikin. Rûsyayê çav ji vê tiştê re girt. Ev pêvajoya bi Soçî re destpêkir, ev hevkariya stratejik demkiye û li gorî xebatên li qadê ne. Lê eger li rexma resta DYA’yê Tirkiye pergala S-400 înşa bike, dê wê demê hevkariya Tirk- Rûs li herêmê ji bo berjewendiyên demdirêj be. Heta dê Rûsya “tirsên ewlehiya Tirkiyê” ji navê rake. Li gel vê jî destkeftiyên Kurdan biparêze û formîlên ku hikumeta Sûriyê erê bike pêşkêş bike. Ev jî sûdên hevkirinên bihêz derxe pêş.”

‘Dê fatura giran be’

Hamîde diyar kir ku tengasiya Tirkiyê hemû ji bo xetayên ku li Sûriyê kirine û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Li pêşiya Tirkiyê “hilbijêrên an Rûsya, an Amerîka derdixin pêşiya Tirkiyê. Lê Tirkiye ne di rewşê de ye ku tercîha xwe bi hêsanî bike.” Wek çawa ku destkeftiyên her tercîhekî heye, dê fatureya wê jî giran be. Ev tengasiyên Tirkiyê encamên polîtîkayên şaş ên li Sûriyê ne.

Ev nerastiyên ku jêre dibêjin “stratejiyên kur” dê Tirkiyê bibe vê xalê. Ev polîtîkayên xelet, tengasiyên wisan derxistin. Di vê wateyê de karê Tirkiyê qet ne hêsan e.”

(bm)

ANHA


Mijarên Din