Hashtag: Tirkiye jinên sûrî keysbaz dike

Li ser Twitterê hashtaga banga li desthilata Tirkiyê ku bazirganiya bi jinên penaber ên Sûriyê yên li Tirkiyê dimînin ku bi darê zorê wan didin zewicandin û rewşa wan keysbaz dikin, rawestîne.

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve bi milyonan koçî dewletên derdorê kir, di vê derbarê de hejmara herî mezin ber bi Tirkiyê ve çûn û hikumeta Erdogan ku bi beramberî pêşeroja penaberên li ser xaka Tirkiyê, bi milyar dolaran wergirt. li ser vî esasî dest bi derkirina kesên ku êdî nema hesabê wî bi wan diqede kir û kesên ku çi di qada siyasî, aborî de be û çi jî wekî kes jî sûdê ji wan wergire, dihêle.

Desthilata Tirkiyê xwe wek alîgira penaberên Sûriyê nîşan dida, tim û daîm mafê penaberiyê, da ku alîkariyê bidinê dide rûyê Ewropa, lê maska rûyê desthilata Tirkiyê ji ber keysbazkirina hundirîn û derve, nexasim ji jinan re hate kifşkirin û di Twittirê de hashtaga (babeta medyaya civakî)  “#Tirkiye bazirganiya jinên sûrî dike” belav bû.

Tora Skynewsê ragihand ku hashtagê bang li desthilata Tirkiyê kir ku êdî keysbazkirina jinên sûrî rawestîne, kesên hashtag parve kirine, banga destwerdana rêxistinên mafnasî da ku bazirganiya bi jinên sûrî were rawestandin, kirin.

Gelek daneyên çapemeniyê yên wekî rojameya Times a sala 2017`an û raporên rojnameyên cîhanê ku di sala 2016`an de hatine belavkirin, ji beriya çend salan ve behsa vê dozê kirin û bal kişand ser firotina jinên sûrî. Di heman demê de daneyên elmanî jî behsa zewicandina zarokan kir.

(eh)

 


Mijarên Din