Hatîp Dîcle: Hincetên cezayên disîplînê yên li dijî rêber Ocalan profesyonel dikin

Şerê li dijî gelê Kurd û tevgera azadiyê dewam dike û li aliyê din jî cezayên disîplînê li rêber Abdullah Ocalan tên birîn. Siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle diyar kir ku ev cezayên disîplînê komîk in û hewl didin hincetên astengkirina hevdîtinan profesyonel bikin.

Rêber Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de tê ragirtin. Bi hinceta cezayê disîplînê di 31'ê Gulanê de biryara qedexeya hevdîtina malbatê heta 3 mehan, lê hat birîn. Lê belê ji sala 2018'an ve cezayê disîplînê yê 10’emîn e ku li pêşiya hedîtina malbata wî weke astengî tê nîşandan. Li gel konsepta şer a dewleta Tirk, cezayên disîplînê yên li hemberî rêber Ocalan bêyî ku ji parêzerên wî re ragihînin, bê hincet tên meşandin. Her ku tecrîda girankirî berdewam dike, medyaya desthilatdar radigihîne ku dê hevdîtineke malbatê bi rêber Ocalan re çêbe.

Siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle ev nûçe wek "gotegot" pênase kirin û diyar kir ku dewleta Tirk bi şerekî psîkolojîk tev digere û bi rêya rojnamevanan vê yekê dike.

‘NAHÊLIN RÊBER OCALAN PEYAMEKÊ BIDE GEL’

Hatîp Dîcle diyar kir ku cezayên disîplînê yên li ser rêber Abdullah Ocalan, ‘profesyonelkirina hincetan’ in û got: "Di dema dawî de parêzeran ev yek wek bêagahîbûna mutleq pênase kir. Heta daxwazên 775 parêzeran ên ji bo hevdîtina hevpar jî qebûl nekirin. Beriya niha hincetên wekî keştî xirabe ye û rewşa hewayê ne guncaw e, nîşan didan lê van salên dawiyê bi hincetên disîplînê hewl didin profesyoneltir bin û cezayên disîplînê dikin hincet. Çi heye ku cezayê disîplînê bidin? Ev komîk e. Ji ber vê yekê hewl didin pêşî li serok Ocalan bigirin ku mesajê nede gel, siyasetê neke û pêvajoya çareseriya demokratîk asteng bibe. Bi navê cezayên disîplînê hema hema hemû qanûnên Tirkiyê hatine sekinandin û pêkanînên ku bi temamî li dijî hiqûqa navneteweyî ne, dewam dikin."

TÊKILIYA KONSEPTA ŞER Û TECRÎDÊ

Hatîp Dîcle da zanîn ku heke tecrîd nebe, xizmeta çareseriya aştiyane tê kirin û wiha axivî: "Dema em li 24 salên dawîn dinêrin, em dibînin ku her cara ku serok Ocalan diaxive, pêvajoyên aştiyê tên nîqaşkirin û şert û mercên çareseriya demokratîk ên pirsgirêka Kurd xuya dibin."

Dîcle da xuyakirin ku polîtîkaya tecrîd û şer a girankirî bi hev re hatine meşandin û got: "Dema ku dewletê xwest bikeve pozîsyona şer, wê demê tecrîd hate pêşxistin. Em têkiliyeke bi vî rengî ya diyalektîk dibînin. Di 7 salên dawîn de heta ku konsepta şer bidome di pêvajoyekê de ku bi 'Plana Têkbirinê' êriş li ser tevgera azadiyê hene, hemû destkeftiyên gelê Kurd û li her derê ku helwestên demokratîk hatine bidestxistin, tecrîda girankirî ya li ser serok Ocalan mixabin didome. Serok Ocalan gelek caran ragihand ku Tirkiye ku di vî warî de konsepteke navneteweyî lê tê pêkanîn, bi tenê di pozîsyona gardiyaniyê de ye. Li her dera ku dengê serok Ocalan tê bihîstin û fikirên wî lê hene, Tirkiyê her tim ji bo çareseriya demokratîk û derbaskirina krîzan gavên erênî avêtine.”

Dîcle îşaret bi daxuyaniyên têkildarî hevdîtina bê rêber Abdullah Ocalan re kir û eşkere kir ku ev yek ji ber tengijîna desthilata AKP-MHP’ê ye û wiha pê de çû: "Berdevkên siyasî yên rejîma faşîst a AKP/MHP'ê li ser vê mijarê neaxivîn. Wan ev yek bi rojnamevanekî nêzî wan Abdulkadîr Selvî da nivîsandin. Gotegotek derxistin ku di demeke nêz de destûr bê dayîn ku Ocalan bi malbatê re hevdîtinê bike. Li dijî êrişên dagirkeriyê yên leşkerî yên di nava 12 salên dawî de bi taybetî li Herêmên Parastinê yên Medyayê, gerîla bi fedakariyeke mezin li ber xwe didin û ji bo parastina Kurdistanê berxwedaneke destanî diafirînin. Ev yek gelekî zorê li dewleta Tirk dike. Ji bo vê jî êrişên li dijî Şengal, Rojava û Mexmûrê zêde dikin. Sedemeke krîza aborî jî ev e. "

'XEFIK DANÎN Û MUXALEFET JÎ DIKEVÊ'

Dîcle her wiha got kampanyayên ji bo ku PKK ji “lîsteya terorê” werin derxistin û azadiya fizîkî ya rêber Abdullah Ocalan were mîsogerkirin hene û ev jî dewleta Tirk di qada dîplomasiya navneteweyî de pir dide zorê û destnîşan kir ku ji ber vê yekê dewleta Tirk ketiye nava şerekî psîkolojîk û bi rêya rojnamevanekî vê dike. Dîcle wiha dewam kir: "Ew dizanin ku gelê Kurd polîtîk e, bi hêsanî nikare bê xapandin û li hemberî zehmetiyên ku ketinê di encama xwedîderketina ciwan, jin û gel de ya li serok Ocalan, xefikek amade kirine. Bi çêkirina vê xefikê, bi taybetî muxalefeta li nava sîstemê, dikin hedef. Lîstikeke mezin heye. Mixabin muxalefeta li nava sîstemê, dikeve nava vê lîstik û xefikê."

'EGER LI HEMBER TECRÎDÊ BERTEKEKÊ BIDIN DÊ LÎSTIKA ERDOGAN XERA BIBE'

Hatîp Dîcle bi berdewamî got: "Piştî rapora wî rojnamevanî, bi taybetî di organên çapemeniyê yên muxalîfên li nava sîstemê de, em têgihiştinekê dibînin ku ev mijar timî di rojevê de ye û hema dibe sedema gotina 'tecrîdê ranekin'. Ev rewşeke xefikê ya vekirî ye û muxalefetê difetisîne. Ev yek jî dihêle ku gelê Kurd bi temamî bendekê deyne ser tifaqên ku hêzên muxalîf di şexsê HDP'ê de dixwazin. Lê belê eger muxalefet bi gotinên "Tecrîda li Îmraliyê bi temamî ne qanûnî ye, em banga hiqûqa destûrî dikin" bersivê bide, dê lîstika Erdogan bi temamî xera bibe, mesafeya di navbera muxalîfan û gelê Kurd de rabe.”

JI RÊBER OCALAN JI HEYETA DEWLETÊ RE: HEVDÎTINA ME DÊ JI SOHBETEKÊ WÊDETIR NEÇE

Dîcle hin pêşbiniyên rêber Abdullah Ocalan ên têkildarî pêvajoya heyî jî bi bîr xistin û wiha got: "Hevdîtinên Îmraliyê di 5'ê Nîsana 2015'an de bi dawî bûn. Di demên pêş de gelek nîşane hebûn ku konsepteke nû ya şer bikeve meriyetê. Me ev didît û serok Ocalan jixwe hay jê hebû ku pêvajo ber bi dawiyê ve diçe. Di hevdîtina me ya li gel serok Ocalan de ku heyeta dewletê jî tê de hebû, serok Ocalan berê xwe da heyeta dewletê û got "Eger ev pêvajo biqede, bê guman hûn ê bên û biçin. Lê belê hevdîtina me ji sohbetê wêdetir naçe." Rojekê serok Ocalan vegeriya heyeta dewletê û got "Ez vekişim, hûn bi heyeta Qendîlê, HDP'ê û Îmraliyê re hevdîtinê dikin. Pêvajoyê bi van re bibin.' Heyetê ji rêber Ocalan re got; 'Na ezbenî, ev nabe? Ev pêvajo nikare bêyî we bixebite.

HELWESTÊN WEKÎ HEV ÊN MANDELA Û RÊBER OCALAN LI HEMBERÎ HEYETAN

Rêber Ocalan rojekê dîsa ji heyeta dewletê re got "Eger ev pêvajo bixitime, divê ez jî pozîsyona xwe ji nû ve binirxînim, bêhtir heq bidim retorîka Nelson Mandela." Xala ku Nelson Mandela di otobiyografiya xwe de anî ziman ev bû; heyetek li ser navê rejîmê diçe gel Nelson Mandela û diyar dike ku ew dixwazin vê pirsgirêkê çareser bikin, xitimîne û tenê dikarin bi Mandela re pirsgirêkê çareser bikin. Mandela ewilî îtîraz dike û lê zêde dike; "Serokên Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê hene, bi wan re biaxivin. Helbet, dibe ku tevkariya min hebe, lê berî her tiştî, wan bikin muxatab. Heyet dibêje 'Na ezbenî, bêyî te nabe'.  Wê demê Mandela dibêje "Eger ne ez hebim, wê demê divê hûn azadiya min a fîzîkî bidin." Peyama ku rêber Abdullah Ocalan hem da me, hem jî da heyeta dewletê ev bû. Dibêje "Eger dewlet bi rastî jî dixwaze ez bikevim dewrê û vê pirsgirêkê çareser bikim, divê li azadiya min a fîzîkî bifikire."

Dîcle got: "Dem bi dem diçin cem Serok, carinan jî hin tiştan lê ferz dikin. Em piştrast in ku ji bo 'gel bisekinînin, gerîla bisekinînin' li serok Ocalan ferz dikin.”

Dîcle bi bîr xist ku Tevgera Azadiyê û gelê Kurd hay jê heye ku berxwedana herî mezin a rêber Ocalan a li Îmraliyê ye û got:  "Haya serok Ocalan ji her tiştî heye û di axaftina xwe ya dawî ya bi telefonê de hişyarî da."

'YEKANE RÊ, RÊYA DEMOKRATÎK A ŞOREŞGER E'

Dîcle li ser îhtîmala hevdîtina bi rêber Abdullah Ocalan re got stratejiya Rêya Sêyem a rêber Ocalan di salvegera îlankirina Komarê de derfetek e ji bo komareke demokratîk û divê hilbijartin li gorî vê yekê bên nirxandin.  

Siyasetmedarê Kurd Hatip Dîcle da xuyakirin ku ev yek encamnameya kongreya HDP'ê ye jî û got: "Tenê ev yek dê bi gelên Kurdistan û Tirkiyê bide qezenckirin. Ya mayî tenê gotin e. Heke di sala 100’emîn a Komarê de muxalefeta li nava sîstemê xwedî armanceke restorasyonê be, yekane rêya wê, rêya şoreşgerî û demokratîk e."

ANHA


Mijarên Din