Hawjîn Mele Emîn: PDK bûye hevalbendê Tirkiyê û berjewendiyên wê temsîl dike

Akademisyen Hawjîn Mele Emîn got: "Partiya Demokrat a Kurdistanê bi îzahkirina hebûna Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê, hevkariya êrişên Tirkiyê dike. PDK bûye hevalbendê Tirkiyê û berjewendî û hebûna wê ya leşkerî li herêrmê temsîl dike. Ji ber parçebûna tayifî Enqera û Îran li şûna Iraqê biryarê didin. Gelê Kurd û gelê Iraqê êrişan bi tu awayî qebûl nake."

Dewleta Tirk a dagirker ji Hezîranê ve êrişî Başûrê Kurdistanê dike. Hikumeta Başûrê Kurdistanê di kesayeta PDK`ê de xwepêşandanên gel diçewisîne û çalakvan û rojnamevanên dijberî êrişan derdikevin binçav dike. Di destpêka Îlonê de Serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî serdana Tirkiyê kir û bi Erdogan re hevdîtin pêk anî.

Li aliyekî din, tevî daxuyaniyên fermî yên Iraqê û şermezarkirina êrişên Tirkiyê jî, lê belê helwestên wê ne di asta tê xwestin de bû. Nexasim ku êrişên Tirkiyê piştî serdana Serokê Îstixbarata Tirkiyê Hakan Fîdan û hevdîtina wî bi berpirsê berê yê îstixbarata Iraqê Mistefa Kazimî re, pêk hatin.

Girêdayî mijarê, ajansa nûçeyan a Hawarê bi akademisyen û mamosteyê zanistên civakî yê Zanîngeha Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê Hawjîn Mele Emîn re hevpeyvînek çêkir. Hevpeyvîn wiha ye:

-Tevî ku ji bo redkirina êrişan du muzakereyên xwepêşandanê radestî balyozxaneyê Tirkiyê li Iraqê hatin kirin jî, lê belê Tirkiyê êrişên xwe ranewestand û hikumeta Iraqê jî tu helwestên cidî li hemberî binpêkirina seweriya Iraqê negirt. Gelo sedem çi ye?

Ev yek gumanên ku çirayeke kesk hatiye dayîn, zêde dike. Di rastiyê de serweriya Iraqê hatiye binpêkirin û ji gelê Iraqê hatiye standin. Hikumeta El-Kazimî ji van êrişan çi ji bo hundir çi jî li derve sûd girt, em dikarin bêjin ku êriş bi kar anî. Sedema vê yekê lawazbûna hikumeta Herêma Kurdistanê li hemberî van êriş û binpêkirinan bû, anku hikumetê yan jî aliyekî hikumetê (mebesta min PDK`ê ye) hevkarî bi dewleta Tirk re kir.

Bê guman, yek ji sedeman jî necidîbûna helwesta Iraqê li hemberî Tirkiyê û Îranê ye. Ji ber parçebûna tayifî Sune û Şîe li Iraqê, her du dewletan li cihên biryargirtinê serwer bûn û hêzên Iraqê yên li ser erdê li gorî serweriya wan dewletan dabeş bûn. Vê yekê tevgera cidî û helwestên hişk di van dozan de asteng kir. Sedemeke din jî têkiliya dewleta Tirk bi rêveberiya Amerîkayê re û endamtiya wê di NATO`yê de bû. Tirkiyê ev yek bi kar anî û pê Amerîka û dewletên endamên NATO`yê şantaj kir.

El-Kazimî jî wekî Erdogan nakokiyên xwe yên girêdayî êrişan ji bo propogandeya xwe û lawazkirina helwesta herêmê di aliyê hundir û derve de, bi kar anî. Her wiha di serweriya navendî anku serweriya navendê li ser dergehan û qezencên ji sînor, xurtkirina navendê û hikumeta navendî di qada siyasî ya Iraqê de, sûd ji êrişan girt.

-Sedema lawazbûna hikumeta Iraqê di bersivdayîna binpêkirina serweriya welêt de, çi ye?

Em dikarin rewş û helwesta hundirîn a Iraqê li gorî parçebûna tayifî, hegemoniya Tirkiyê û hebûna partiyan û hêzên girêdayî wê yên li Iraqê û li Herêma Kurdistanê jî, binirxînin. Em helwesta hundirîn jî dikarin li gorî têkiliyên Tirkiyê-Amerîkayê û Tirkiyê-NATO`yê binirxînin.

Heta astekê hikumeta Iraqê bê îrade hatiye hiştin. Her tim helwestên wê lawaz û bêwate bûn, nexasim dema ku mijar girêdayî destwerdana Tirkiyê û Îranê be. Sedema wê yekê girêdana xurt a hin hêz û tayifeyan bi van dewletan re ye. Hûn jî helwesta partiyên Sunî yên Iraqê li hemberî Tirkiyê û projeya wê ya xîlafetê û hegemoniya îslama siyasî, her wiha hûn têkiliya PDK`ê bi Tirkiyê re dizanin.

Ez dikarim bêjim, bi giştî Enqere û Îran li şûna Iraqê biryarê didin. Ev yek ji Amerîka û hêzên din ên Koalîsyona Navneteweyî li dijî DAIŞ`ê yên li herêma re jî, pirsgirêkeke cidî ye.

Hikumeta El-Kazimî bahaneyên destwerdana Tirkiyê li Iraqê û bi taybetî li Herêma Kurdistanê dizane û fêm dike. Ew hewl dide bi vê kaxiza ku helwesta hikumeta herêmê lawaz dike û cihê wê qels dike, bilîze.

-Rola hikumeta Başûrê Kurdistanê di êrişan de heye. Rola wê çi ye?

Mixabin, rola hikumeta Herêma Kurdistanê di hêsankirin, îzahkirin û înkarkirina erkên xwe li hemberî xaka xwe û gelê xwe de heye. Ew roleke pir neyinî ye. Hikumeta herêmê rê da Tirkiyê û di bin navê şerê gerîlayên PKK`ê û hebûna wan li Herêmên Parastinê yên Medyayê û çiyayên Qendîlê de, hebûna Tirkiyê îzah kir.

Zihniyeta faşîst anku ya neteweperest û radîkal a dewleta Tirk hebûna gelê Kurd wekî tunekirina dewlet û hegemoniya xwe li ser gelên herêmê dibîne. Belê, hemû têkiliyên Tirkiyê bi Başûr re nexasim bi PDK`ê re li ser vê bingehê ne. Dewleta Tirk destwerdan kir da ku berjewendiyên xwe û hebûna xwe ya leşkerî, ewlehî û aborî biparêze, ku êdî PDK`ê parçeyek jê ye û wan berjewendiyan temsîl dike.

Ev partiya ku serweriya Hikumeta Başûr dike, ji ber berjewendî û sînorên xwe bi Tirkiyê re bûye parçeyekî belavbûna Tirkiyê û hevalbendekî wê li herêmê. PDK`ê ji ber tirsa xwe ji gelê Kurd ê Başûr hin tiştan dereng dixe anku dinxumîne. Serhildana gelê Şêladizê, boykotkirina kel û pelên Tirkiyê û xwepêşandanên girseyî yên li seranserê Başûrê Kurdistanê nîşaneya herî berbiçav a wê yekê ye.

-Baregehên leşkerî yên Tirkiyê li nav xaka Herêma Kurdistanê bi alîkariya kê hatin avakirin? Hikumeta Iraqê çima nikare artêşa Tirk derxîne?

Hebûna leşkerî ya Tirkiyê gelê Kurd ku banga mafên xwe yên netewî û mirovî yên rewa dixwaze, hedef digire. Ji ber ku gelê Kurd pirrengiyê, demokrasiyê, azadî û îradeya gelan, jiyana hevbeş temsîl dike, her wiha Kurd ew hêz e ku çeteyên DAIŞ`ê û planên terorê yên qirkirina Kurd, Elewî, Xiristiyan û hwd, têk biriye.

Hebûna leşkerî ya Tirkiyê parçeyekî plana Osmanî ya nûjen a dagirkirinê û tirkkirina siyasî û şaristanî ya gelên herêmê ye. Parçeyekî plana xîlafeta Îxwanan a DAIŞ`î ya Îslama siyasî ye.

Hikumeta Başûrê Kurdistanê ya bi serkêşiya PDK`ê vê hebûnê hêsan dike, qebûl dike û li hemberî wê bêdeng e. Em bi xwe, bi gel û bi cîhanê re zelal bin. Pejirandina sexte ya dewleta Tirk ji Herêma Kurdistanê re li ser bingehê dijberiya vê hikumetê ji tevgera rizgariyê ya Kurd li parçeyên din a Kurdistanê re bû. Bi taybetî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Ji ber şerê hundirîn ê PDK`ê û Yekitiya Niştîmanî li Başûrê Kurdistanê, hewesa dîrokî û ewlehî ya Tirkiyê û Îranê hate guhertin. Lewra, PDK`ê bi Tirkiyê girt, Yekitiya Niştîmanî jî bi Îranê girt û hin pîvanên lîstokê hatin guhertin û em hinekî paşde vegerîn. Em vegerîn şerê Caldêran û sînorên wê û destwerdana artêşa Tirkiyê û artêşa Iraqê piştî serdema Sedam Hisên ji bo mayîna PDK (partiya Barzanî). Hikumeta Îranê jî ji bo alîkariya Yekitiya Niştîmanî destwerdan kir. Ji wê rojê ve li Herêma Kurdistanê du rêveberî, du îrade û du herêmên serweriyê (Tirkiyê, Îran) çêbûn.

Piştî serweriya Îranê li ser kar û barên Iraqê û berfirehbûna wê ya bi rêya Şîe û partiyên ser bi wê ve, êdî partiya Barzanî pêwîstî bi xwespartina hevalbendiyeke herêmî ya ji berê bi hêztir dît. PDK`ê hîs dikir ku ew dorpêç kiriye. Ji ber ku li Herêma Kurdistanê û Iraqê heta astekê Îranê û partiya Talbanî PDK`ê dorpêç kiribû, ji aliyekî ve jî hikumeta Sûriyê ya girêdayî Îranê ew dorpêç kiribû Ji lewra, xwe spart hembêza dewleta Tirk û li hemberî mayîna xwe her tişt radestî Tirkiyê kir. Ji ber ku ew li gorî fikrê xwe yê siyasî ku girêdayî mayîndebûnê ye ku berdêl çi dibe bila bibe, tevdigere.

PDK`ê dibîne ku dê bi destwerdana Tirkiyê serweriya wê xurttir bibe û dê mayînde bibe, anku wekî hevalbendeke stratejîk a mayîndebûnê dibîne.

Em vê dawiyê berfirehbûna serweriya Tirkiyê li herêma serweriya Yekitiya Niştîmanî dibînin. Gelek sedemên wê yekê hene, ya sereke jî tevî jihevketina vê partiyê em dibînin şerekî navneteweyî li dijî serweriya Îranê li herêmê bi giştî û li Iraqê bi taybetî heye.

-Li hemberî êrişên Tirkiyê, hikumeta Başûrê Kurdistanê bi rêya qutkirina mûçeyan û binçavkirina siyasetmedar, rojnamevan û endamên tevgeran û partiyên siyasî siyaseta zextê li dijî gel dimeşîne. Ev siyaset dikeve xizmeta kê?

Bi vê siyasetê gel tê mijûlkirin û zext li ser tê kirin da ku derdê xwe û dozên netewî yên mezin ji bîr bike. Siyaseta binçavkirin û zextê jî êdî girêdana hikumetê rewa dike û nîşan dide ku hikumeta herêmê stratejiya planên dewletên dagirkerên Kurdistanê nas nake.

-Kolana Kurdî û Iraqê van êrişan çawa dibîne?

Helwesta gelê Kurd û gelê Iraqê ya redkirina van êrişan zelal e. Xwepêşandanên ku dagirkeriyê û berfirehbûna Tirkiyê li herêmê şermezar dikin, hebûn û hîna dewam dikin.

Gelê Kurd ê Başûrê Kurdistanê êriş û dagirkeriya Tirkan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi xwepêşandanan şermezar kir. Helbet, dema ku mijar girêdayî Başûrê Kurdistanê be dê helwesta gel hişktir be.

Divê em piştrast bikin ku helwesta hikumetan (hikumeta Herêmê û hikumeta Fedral) ku, gel û kolana Kurdî û Iraqî temsîl nake. Ew helwesta aliyê li ser hikumê ye ku hebûna xwe bi dewletên herêmî, berjewendiyên kesayetî û hesabên nezan û teng ve girêdaye.

-Rola aliyên siyasî di eşkerekirina rastiya êrişan û rawestandina wan de çi ye? Çima heta niha bi rola xwe ranebûne?

Têgehên berjewendî, serwerî û hebûn bi giştî li ser zihniyeta aliyên siyasî serwer e. Ew partiya Barzanî û Yekitiya Niştîmanî wekî nimûneyên siyasî ku dibe bi serkevin dibînin. Nêrînên Kurdistanî yan netewî-stratejîk ên van aliyan ku xwe dispêre hêzê, yekitiyê û hevgirtina hundirîn tune ne. Ew siyasetê bi zihniyeta berjewendiya teng dimeşînin.

-Ji bo rawestandina êrişan çi ji hikumeta Iraqê û hikumeta Başûr tê xwestin?

Tiştê tê xwestin diyar e. Diviyabû ku bersiva dewleta Tirk bi hêz bê dayin û doz ji bo Meclisa Ewlehiyê ya Navneteweyî bihata pêşkêşkirin, ji ber ku destdirêjiyê li serweriya Iraqê dike. Her wiha însiyatîfên tevgera rizgariyê ya Kurd li Bakurê Kurdistanê û însiyatîfên Rêber Ocalan ên ji bo aştiyê pir zelal in.

Xuya ye ku dewleta Tirk bi planên xwe yên berfirehbûnê, dagirkirinê, guhertina demografîk, îmhakirina hebûna Kurdan, qirkirina Êzidiyan û berdewamkirina plana DAIŞ`ê li herêmê, hedef dike. Şerê wekaletê bi bin ket, ji lewra dewleta Tirk neçar ma ku planê bi xwe pêk bîne. Tiştê em di rastiyê de dibînin, hevkarî û hêsankirina ajandeyan bi navê hikumetan û desteyên fermî ye.

(cx)

ANHA


Mijarên Din