Hazim Tehsîn Bêk bû mîrê êzidiyan

Îro li mezargeha Laleş bi merasîmekê Hazim Tehsîn Bêk wek mîrê Kurdên êzidî yên li Kurdistan û cîhanê li şûna bavê xwe Mîr Tehsîn Bêk hat diyarkirin.

Mîr Hazim ji nava 6 kesan ji malbata "Mîra" hat hilbijartin da ku li şûna bavê xwe ku di 28`ê Çileya 2019`an de ji ber nexweşiyê li bajarê Hannover ê Almanyayê jiyana xwe ji dest da, bibe mîrê êzidiyên li Kurdistan û tevahî cîhanê.

Di merasîmê de Mîr Hazim cilên mîran li xwe kirin û bi ava Kaniya Spî hat mohrkirin. Ev cara yekemîn e ku merasîma diyarkirina mîrê nû ji Kurdên êzidî re ji beriya 75 salan, tê lidarxistin.

Mîr Hazim Tehsîn Bêk ji navçeya Baadira ya girêdayî Qezaya Şêxanê ya Başûrê Kurdistanê ye. Sala 1963`yan ji dayik bûye û xwendina xwe ya çandiniyê xelas kiriye û bawernameya çandiniyê standiye.

Piştî ku mîrê êzidiyan hate diyarkirin, 4 wekîlên wî jî hatin diyarkirin ku cara yekemîn e 4 wekîl têne hilbijartin û navên wan wiha ne: Emîr Kamîran Xeyrî Bek wekîlê emîrê kar û barên olî, Emîr Şêrzad Farûq Bek wekîlê emîrê kar û barên civakî, Emîr Cihûr Elî Beg wekîlê emîrê kar û barên têkiliyan û Emîr Herman Mîrza Bek wekîlê emîrê kar û barên ciwanan.

(ekîb) 


Mijarên Din