HDP: Biryara tolhildanê di Qesra Erdogan de hate dayîn

HDP’ê bertek nîşanî destgîrkirna endamên rêveberiya partiyê û parlamenterên berê da û da zanîn “Ev biryara tolgirtinê, duh di civîna MGK û merasîma daweta dozger a li Qesrê de hatibû lidarxistin, hat dayîn.”

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bertek nîşanî biryara destgîrkirina 82 kesan ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqerê ve, da.

HDP’ê li ser hesabê xwe yê Twitterê bi taga “#HDPnayêbêdengkirin” (#HDPsusturulamaz) wiha da zanîn:

 “Li dijî partiya me, serê vê sibê, biryara êrişa tolgirtinê hatiye destpêkirin. Ev biryar duh di civîna MGK (Lijneya Ewlehiyê ya Neteweyî) û merasîma daweta dozger a li Qesrê de hatibû li darxistin, hat dayîn. Her ku bloka AKP û MHP’ê winda dike, hewl dide muxalefetê tesfiye bike. HDP wê li hemberî darbeyên we serî netewîne û hûn ê nekarin serê wê bidin tewandin.”


Mijarên Din