HDP’ê spasiya hilbijêrên xwe yên Stenbolê kir

Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê têkildarî hilbijartina Stenbolê daxuyanî da û spasiya hilbijêrên xwe kir.

Hevserokên Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Stenbolê Esengul Demîr û Cengîz Çîçek têkildarî hilbijartina Stenbolê ya hat nûkirin daxuyaniyek nivîskî weşandin.

Daxuyaniya bi sernavê “Spas ji hevrên me” ku bi îmzeya hevserokên bajêr hat weşandin wiha ye:

“Hevrêyên hêja, em ji ber alîkariya we ya li dijî qeyûman, operasyonên qirkirina siyasî, komkujiyên Sûr û Cizîrê, kedxwarî, talankirina xwezayê, qirkirina li dijî jinan, bêsiberoj hiştina ciwanan, têkoşîna wekhevî, edalet, demokrasî û azadiyê da em bi dil û can spasiyê xwe pêşkêş dikin.

Di sindoqan de ruhê îtîfaqa demokrasiyê derketiye. Em bi rûh û baweriya ku wê têkoşîna demokratîk a civakî berfirehtir û bibe timî we silav dikin. Em bi 24’ê hezîranê re ji bo azadî û demokrasiyê em ê li ser wezîfeyê ne."

Werin em Îtîfaqa Demokrasiyê bihûnînin û Tirkiyeyê bikin welatek demokratîk!

Bi hezkirin û silavên bêdawî!”


Mijarên Din