‘Hebûna Tirkiyê li Idlibê kaxezek zextê ya li dijî Rûsya'ye'

Serokê Buroya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê ya herêma Firatê Kedîm Îbrahîm got: "Bûyerên ku li Idlibê rû didin encamên nakokiyên di navbera Rûsya û Tirkiyê li ser hesabê Sûriyê'ne.”

Pêşketinên bi lez ên li ser qada Idlibê rû didin mijara sereke ya di rojeva Sûriyê de ye. Nemaze ku hêzên rejîma Sûriyê pêşketinên mezin li parêzgeha Idilbê û gundewarê rojavayê Helebê bi dest xistin. Lê ya balkêş komên çeteyên Tirkiyê bê şer ji wan cihan vekişiyan. Çavdêr dibêjin ku pêşketina Rejîmê encamên peymana di navbera Tirkiyê û Rûsiya de ye ku li gorî wê herêm radestî Rejîmê hatin kirin.

Hêzên rejîma Sûriyê tevahiya rêya navdewletî ya Heleb- Şam û derdora Helebê kontrol kirin.

Têkildarî geşedanên dawî yên di derbarê Idlibê de û pêşerojê de tiştên muhtemel ku bi qewimin de Îbrahîm got: "Bûyerên ku li Idlibê rû didin encamên siyaseta Rejîmê ya bijêrka leşkerî ye. Rêjîmê cihên ji aliyê çeteyan ve dihate kontrokirin ji destê wan derxist. Rejîm û Rusya bi vê jî amadekariyan pêvajoyeke siyasî ya ku bikeve bin berjewendiyên wan dikin." 

Têkildarî pêşketinên ku Rejîmê bi dest xistine û kontrolkirina rêya M5 Îbrahîm got: "Di civînên Soçî de li ser vê li hev kiribûn. Ji ber vê yekê Rejîm nikare lihevkirinan derbas bike û ji derveyî rêya navdewletî pêşde biçe. Heger Rejîm dibêje ew ê hînjî li pêş bikeve tiştekî bê bingeh e."

Îbrahîm anî ziman ku dê Tirkiye hewl bide bibe hêzek sereke ya Rojhilata Navîn û xeta li dijî netewa demokratîk xeta Îxwan El-Muslimîn belav bike. Bi vî şeklî jî wê hewl bide serdema Osmanî vegerîne. Lê ev armanc wê pêk neyê.

Îbrahîm destnîşan kir ku armanca hebûna Tirkiyê ya li Idlibê gef û fişarên li ser Rûsya ne da ku hêza xwe li herêmên ku berê dagir kiribûn bihêle.

Derbarê derbasbûna Amerîka ya xeta bûyerên li Idlibê Kedîm Îbrahîm got: "Amerîka derbasî xeta bûyerên Idlibê bûye da ku di navbera Rûsya û Tirkiyê de nakokiyan derxîne. Tirkiyê vegerîne hembêza Koalîsyona Navneteweyî. Lê derfetên serkeftina Amerîkayê kêm in."

Îbrahîm di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser gefên Tirkiyê yên li dijî rejîma Sûriyê û wiha domand: "Erdogan car caran li dijî Şamê gefên êrişan dixwe. Nexweşiya ehmeqtiyê pê re heye ku derman jê re tuneye. Gefên Tirkiyê û şerê ragihandinê bê bingeh in."

Serokê Buroya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê ya herêma Firatê Kedîm Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de got: " Bûyerên li Idibê rû didin, bi xwe nakokiyek di navbera Rûsya û Tirkiyê de li ser hegemoniyê ye. Ev nakokî li ser hesabê gelê Sûriyê pêk tê. Ne Rejîm û ne jî Tirkiyê nikarin xetên sor derbas bikin ku li Soçiyê li ser lihevkirine."

ANHA


Mijarên Din