Hec Ferhan: Terorîst li naverasta Hewlêrê êrişî Rojava û nirxên Kurdan dike

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Hec Ferhan pêşwaziya hikumeta Hewlêrê ya ji şandeya îtîlafê re şermezar kir û diyar kir ku divê hikumeta Başûr û kesayetên wê û ENKS`ê bizanin ku ew bi dijminê gelê Kurd re rûniştine û bêdengî îsbata hevkariyê ye.

Kesê ku xwe wekî serokê Îtîlafa Niştimanî ya hêzên şoreşê û muxalifên Sûriyê bi nav dike Nesir El-Herîrî û çend endamên îtîlafê roja sêşema derbasbûyî gihaştin herêma Başûrê Kurdistanê û bi ENKS`ê û kesayetên siyasî re di serî de serokê berê yê herêma Başûrê Kurdistanê û serokê PDK`ê Mesûd Barazanî re civiyan.

Gelê Kurd nerazîbûnên xwe nîşanî serdana El-Herîrî ya ji herêma Başûrê Kurdistanê re da û diyar kir ku kujerên gelê Kurd û kesên ku wan koçber kirin û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagirkirin, di hembêza kesên ku îdîaya parastina gelê Kurd û erdên wan dikin de ne.

Armanca serdanê û hevdîtinên bi kesayetên payeberz re diyar bû, ku dosyayan tev li hev bike û ENKS`ê ji însiyatîfên lihevkirineke siyasî kurdî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dûr bixe.

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Îsmaîl Hec Ferhan têkildarî serdana Nesir El-Herîrî axivî û got: "Roja sêşema derbasbûyî serokê Îtîlafa Niştimanî ya Sûrî Nesir El-Herîrî yê serdana herêma Başûrê Kurdistanê kir û bi gelek kesayet û siyasetmedaran re civiya. Êdî ji her kesî re û ji gelê Kurd re hate diyarkirin ku îtîlaf ji destpêka karên xwe yên li Sûriyê wekî hêzeke opozîsyonê ye û hate eşkerekirin ku ji bo kê kar dike, li ku dimîne û siyaseta ku dide meşandin çi ye."    

ꞌLI NAVERASTA PAYTEXTEKE KURDÎ TERORÎST ÊRIŞÎ KURDAN DIKEꞌ

Hec Ferhan diyar kir ku îtîlaf û alîgirên wê bi zimanekî tund êrişî Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin û got:"Di vê şoreşê de hevgirtineke pêkhateyan û yekitiya wan çêbûye, her wiha hêzên wê yên leşkerî ku QSD`ê ye erka parastina erdê Sûriyê ji terorê girtiye ser xwe, lê îtîlaf li herêma Başûrê Kurdistanê ku wekî beşekî ji Kurdistana mezin e bi zimanekî tund êrişî Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike."

ꞌDIVÊ HERÎRÎ BI BÎR BÎNE Û HEVRÛYÎ HEV BIKEꞌ

Hec Ferhan got, kesên ku navên îtîlafê li xwe dikin, divê baş bizanin ku dema êrişî Rêveberiya Xweser, QSD`ê û şehîdên ku rihê xwe ji parastina gelê herêmê dane dikin, li herêmê hîn zêdetir giraniya xwe wenda dikin û diyar kir ku ji ber ku bi tenê rêveberiyê ji bo gelê xwe kar kir û divê hevrûkirinê di navbera herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û herêmên ku ew û çeteyên xwe dagirkirine de bikin.

Hec Ferhan bang li Nesir El-Herîrî yê ku êrişî herêmê dike kir, ku sûcên ku wan û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li bajarê Efrînê pêk anîne û dikin jî bi bîr bîne, di heman demê wan demografiya herêmên ku dagirkirine ji Efrînê bigire û heta bi Serêkaniyê û gundewarên Til Temirê guhartine.

ꞌPÊŞWAZÎKIRINA DIJMINÊ KURDAN KIRINꞌ

Hec Ferhan di berdewamiya axaftina xwe de got: "Me hêvî dikir ku hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê û partiyên siyasî yên kurdî pêşwaziya van kesayetan nekiribana û bi wan re li ser maseyekê rûneniştibana, ji ber ku li dijî gelê Kurd disekinin û hewl didin ku nasnameya kurdan biçewisînin, wan koçber bikin û destkeftiyên wan ji holê rakin."

ꞌENKS`Ê ŞIRÎKA ÊRIŞKARAN E'

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Îsmaîl Hec Ferhan axaftina xwe berdewam kir û got:" ENKS'ê ya ku cihê xwe di nava Îtîlafê de digire, tu deng, kar û rêveberiya di nava îtîlafê de tunene û nikare doza gelê xwe û mafên wê biparêze, di heman demê de nikarîbûn bersiva daxuyaniyên El-Herîrî jî bidin ku QSD`ê, gelê herêmê û Partiya Yekitiya Demokrat wekî terorîst wesif kir."

Hec Ferhan her wiha got, diviyabû ku ENKS`ê berdêlên ku QSD`ê ji bo rizgarkirina herêmê dane înkar nekiriba û divê gelê Kurd baş bizanin ku ENKS'ê beşek ji îtîlafa ye ya ku êrişî hêzên herêmê û gelê wê dike ye û wan wekî terorîst wesif kir.

BÊDENGÎ NÎŞANEYA HEVKARIYÊ YE

Îsmaîl Hec Ferhan da zanîn ku bêdengiya ENKS`ê ya ji daxuyaniyên El-Herîrî re isbat dike ku ew li gorî fermanên îtîlafê tev digere û ew fikirê û zimanê ENKS'ê ye, di heman demê de biryarên wan li dijî gelê Kurd e û got: " Em hemû dizanin ku îtîlaf tehekumiyê di ENKS`ê de dike, dewleta Tirk jî îtîlafê kontrol dike û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rêveberiyê wê û hêza wê yên leşkerî jî wekî terorîstan wesif dike. Lê em wekî gelê Kurd çawa em ê wekî wan bifikirin û çawa dikarin wekî gelên xwe bi terorîstan bi nav bikin1! divê em kiryarên çeteyan û îtîlafê yên li herêmên ku dagirkirine û gelên wê koçber kirine, ji bîr nekin, gelo çima ENKS'ê ew qasî bê deng e?'' 

JI BER KU RASTIYA ÎTÎLAFÊ DIYAR E, GEL BI HÊRS E'

Bi serdana Nesir El-Herîrî ya ji herêma Başûrê Kurdistanê re civata Kurd nerazîbûnên xwe nîşan dan, têkildarî mijarê, Îsmaîl Hec Ferhan destnîşan kir ku nerazîbûna gelê Kurd ji ber naskirina îtîlafê û çeteyên girêdayî wê ye û kiryarên ku li dijî gelê Kurd ên li Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî pêk anîne ye. 

ꞌDIVIYABÛ KU HIKUMETA HERÊMÊ PARASTINA DÎROKA XWE KIRIBA Û PÊŞWAZIYA  ÎTÊLAFÊ NEKIRIBA'

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Îsmaîl Hec Ferhan di berdewamiya axaftina xwe de ev yek got:"Daxwaza me ya ji hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê re diyar e, kesên dixwazin dawiya gelê Kurd ên li Rojava bînin, di heman demê de li dawiya wê jî digerin û ger hikumeta herêmê piştgiriya îtîlafê dike, divê di serî de parastina gelê Kurd û yekitiya kurdî û Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike û ji gelê Kurd ên li Sûriyê re bibe palpişt. Divê hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê parastina dîrokê bike û sûcên  ku îtîlafê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîne bi bîr neke."

(eh)

ANHA

 


Mijarên Din