Hecî li Mînayê amadekariya roja Erefeyê dikin

Îro heciyan roja yekê ji hecê kir, li girê Mîna rojeke pîroz derbas kirin û amadekariyên roja Erefeyê dikin ku ew jî sibê ye.

Îro hecî di saetên sibehê de ber bi girê Mîna ve çûn û amadekariyên roja ferza mezin a Erefê dikin.

Roja 8`an ji meha Zîlhice, rojeke pîroz e û ji ber ku girê Mîna di navbera Meke û çiyayê Erefatê de ye, bi vî navî hate naskirin, di heman demê de berî ku roja pîroz derbas bikin, li wir vedihesin.

Di vê rojê de hecî berê xwe didin girê Mîna ku nêzî Mekeyê ye anku berî nimêja nîvro, li wir nimêja nîvro, mexrib û aşa dikin.

Roja 9`an ji meha Zîlhicê ku sibe ye, hecî berê xwe bi girê Erefatê ve dikin û ferzeke hecê pêk tînin.

Di êvara roja 10`mîn a meha Zîlhiceyê de hecî ji Erefatê dadikevin, şevekê li wir radizên, paşê ber bi girê Mîna ve ku ew jî roja cejna Qurbanê ye, diçin, serê xwe kur dikin. Hecî rojên 11 û 12`mîn ên meha Zîlhiceyê li wir derbas dikin.

Her wiha hikumeta Erebistana Siûdî di vê hefteyê de ragihandibû ku nêzî 830 hezar hecî ji hundir û derveyî welat hatine Mekeyê û ev hejmar 113 hezar zêdetirî sala derbasbûyî ye.

(eh)


Mijarên Din