‘Hedefgirtina Ocalan hedefgirtina mirov û fikirê azad e‘

Desteya Siyasî ya Yekitiya Lîberal a Kurdistanê komploya navnetewî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Hedefgirtina Ocalan, hedefgirtina wîjdanê Kurd e mirovê azad e."

Desteya Siyasî ya Yekitiya Lîberal a Kurdistanê bi wesîleya 21’emîn salvegera komploya navnetewî ya 15’ê Sibata ya li dijî Rêber  Abdullah Ocalan daxuyaniyek nivîsî da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

"Sibe salvegera komploya navnetewî ya li dijî Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Hêzên mêtînger herêmên Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên xwe yên stratejîk ên demdirêj (Sykes-Picot _ Sasanov) dabeş kirin. Piştî serkeftin şoreşa Fransa û ragihandina Yekitiya Sovet Rûsiya ji peymanê vekişiya û li gorî wê Kurdistanê dabeş 4 parçeyan hate kirin. Hêzên navborî bi hevkariya dewletên herêmê Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan (Apo) bi komployeke navnetewî îstîxbartî û qirêj girtin. Bi vê yekê xwestin gelek bi tevahî ku zulm û êş kişandiye dadgeh bikin.

Hedefgirtina Rêber Apo hedefkirina wijdanê Kurd û mirov û fikirê azad e. Texmîn kirin ku vê komployê wê karibin tevgera rizgariya Kurdistanê têk bibin, tevî ku dizanîn bêyî azadiya Rêberî  çareserî û aştî ne pêkan e. Rêber Ocalan ev 21 sal di girtîgehên dagirkeriya Tirk de ji bo azadiya gelê xwe û gelê herêmê têdikoşe û li hemberî wî her cure êşkenceya dirûnî tê meşandin, bêyî ku rêxistinên mafên mirovan mûdaxel bikin û wî serbest berdin.

Em Yekitiya Lîberal a Kurdistanê komploya navnetewî ya li dijî Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar dikin û bang li civaka navnetewî dikin ku berpirsyartiyên xweyên exlaqî û mirovî li hember gritina Ocalan û hevalên wî pêk bînin. Her wiha em banga serbesta wî û hemû têkoşerên Kurd dikin. Em teqez dikin ku hemû hêzên kurdistanî û rêxistinên serbixe bi Rêber Ocalan re ne."

ANHA


Mijarên Din