Hediye Yusif: Bicihkirina Tirkmenan li Efrînê, zemîna qutkirina wê ji Sûriyê ye

Endama koordînasyona Kongreya Star a Efrînê Hediye Yusif diyar kir ku Tirkiyê hewl dide bi rêya bicihkirina Tirkmenan li kantona Efrînê ya dagirkirî, Efrînê ji Sûriyê qut bike û tev li sînorê dewleta Tirk bike.

Endama koordinasyona Kongreya Star a Efrînê Hediye Yusif got: "Ev salek û çend meh e dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, Efrîn dagir kiriye. Di nava vê demê de di hemû aliyan de li Efrînê wêranî çêbû.”

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 18’ê Adara 2018’an de kantona Efrînê dagir kir, bi hezaran şêniyên wê koçber kirin. Ji bo ku taybetmendiya Efrînê û demografiya wê biguherin, li şûna şêniyên resen, malbatên çeteyên xwe bi cih kirin.

Hediye girêdayî bicihkirina Tirkmenên girêdayî Tirkiyê li Efrînê wiha got: "Tirkiye ji bo guhertina demografiya Efrînê her tiştî dike. Şêniyên wê yên resen dide koçberkirin û heta îro jî ev yek dewam dike. Serçeteyên DAIŞ’ê yên ku di hemleya Baxozê de reviyane, li gund û navçeyên Efrînê têne bicihkirin. Di heman demê de malbatên Tirkmenan ên ku li Tirkiyê bûn, li Efrînê bi cih dikin. Tirkmenên ku bicihbûna Efrînê red dikin, ji aliyê dewleta Tirk ve wek xayîn tên binavkirin.”

‘Asta çewisandinên li ser şêniyên resen bilind kirine’

Di van demên dawîn de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê asta binpêkirinan li ser şêniyên Efrînê bilind kir. Hediye Yûsif têkildarî vê mijarê wiha axivî: “Asta revandinê bilind bûye. Kesên temenmezin, jin û mêran direvînin. Kesên tên revandin jî rastî îşkence û kuştinê tên. Her tim şêniyan dişopînin. Çeteyên dagirkeriyê bi ser malên şêniyan li hemû navçe û gundan de digirin, telefonên wan desteser dikin û her tim malan kontrol dikin.”

‘Tirkiye dixwaze Efrînê ji şêniyên wê yên resen vala bike’

Hediye Yusif li ser valakirina şêniyên resen li Efrînê û li şûna wan bicihkirina Tirkmenan wiha got: “Bilindkirina asta çewisandinê der heqê şêniyên Efrînê de, niyet dike ku Efrînê ji şêniyên wê yên resen vala bike û Tirkmenên girêdayî xwe li kantona dagirkirî bi cih bike, da ku zemîna tetrîkkirina Efrînê û tevlêbûna wê bi awakî fermî li Efrînê, çêke.”

‘AKP di krîz û tevliheviyeke mezin re derbas dibe’

Hediye Yusif behsa tevliheviyên hundirîn ên AKP’ê kir û wiha axivî: “AKP di krîz û tevliheviyeke mezin re derbas dibe. Gelek kes ji AKP’ê îstîfa dikin. Her wiha li Tirkiyê aloziya aborî heye û partiya desthilatdar li pêşiya pêvajoyeke çarenûsî ye, hebûna xwe di serê desthilatdariya Tirkiyê de dibîne.”

 ‘Tirkiye dixwaze Şehbayê ji koçberên Efrînê vala bike’

Hediya bi berdewamî wiha got: “Topbarana gundên Şêrawa û Şehbayê, armanc jê valakirina herêmên Sûriyê ji şêniyên wê yên resen e, da ku li şûnê Tirkmen werin bicihkirin û bi vê yekê jî zemîna tevlêbûna van herêman bi awayekî fermî nava dewleta Tirk, çêkin.”

Hediye Yûsif wiha dewam kir: “Ev nêzî sal û nîvekê ye anku piştî koçberkirina şêniyên Efrînê bi darê zorê ber bi Şehba û Şêrawayê ve, topbarana Tirkiye li ser gundên herêmê nesekiniye. Armanc valakirina gundên Şêrawa yên bi ser sînorê gundên Efrînê yên dagirkirî ye, da ku wan herêman veguherîne herêmên leşkerî yên girêdayî xwe.”

Hediye Yûsif axaftina xwe wiha domand: “Armanca sereke ji topbarana Tirkiyê, valakirina kantona Şehbayê ji koçberên Efrînê û berdewamkirina avakirina dîwarê parçekirina Sûriyê yê di navbera kantona Efrînê ya dagirkirî û kantona Şehbayê de ye. Tirkiye dixwaze berxwedana gel li Şehba û Şêrawa bi van topan kêm bike û gel bitirsîne da ku vîna wan bişikîne û avakirina dîwarê parçekirina Sûriyê bidomîne.”

Dualiya pîvanên rejîmê

Hediye Yusif dualiya pîvanên rejîma Sûriyê rexne kir û wiha domand: "Di dema ku rejîma Sûriyê avakirina “herêma ewle” ya ku êrîşa Tirkiyê ya muhtemel rawestandin, şermezar dike, lê behsa lêkirina dîwarê parçekirinê yê ku Tirkiyê di navbera kantona Efrînê û kantona Şehbeyê de ava dike, nake.”

Hediye Yusif di dawiyê de diyar kir ku berxwedana şêniyên Efrînê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ji Efrînê re dê bidome.

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din