​​​​​​​Hefter agirbest îmze nekir û ji Moskovê vegerî

Fermandarê Artêşa Wetenî ya Lîbyayê Xelîfe Hefter ê ku rojhilatê Lîbyayê di bin kontrola wî de ye, ji bo agirbestê fermî bike çûbû Moskovê. Hefter agirbest îmze nekir û ji Moskovê derket.

Bi serpereştiya Tirkiye û Rûsyayê roja duşemê li Moskovê muzakere hatibû kirin lê encam nehate bidestxistin.

Serokê hikumeta Trablusê Fayiz El-Sîrac û Hefter roja duşemê çûbûn Moskovê.

Li gorî televîzyona El-Erabiye ya Îmaratê sedema ku Hefter agirbest îmze nekiriye ev e ku vekişîna leşkerên Tirk a ji Lîbyayê û betalkirina peymana di navbera Trablus û Enqereyê de, di nav agirbestê de tune ye.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Marîa Zaxarova jî diyar kir ku Hefter bêyî ku peymanê îmze bike, ji ser maseyê rabûye.

Li gorî çavkaniyan, sedema sereke ya nakokiyan redkirina rola Tirkiyê ji aliyê artêşa wetenî ya Lîbyayê ve bû. Heman çavkaniyan piştrast kir ku Hefter israr dike ku artêşa wetenî ya Lîbyayê derbasî paytext Terablusê bibe û daxwaz kir ku hemû çeteyên ku ji Sûriyê û Tirkiyê ber bi Lîbyayê ve hatin şandin, werin derxistin.


Mijarên Din