Hefter bi Angela Merkel re civiya

Fermandarê artêşa Lîbyayê Xelîfe Hefter bi vexwendnameya serokwerzîrên Almanya Almanya Angela Merkel gihaşt paytexta Almanyayê da ku geşedanên dawîn li ser qada Lîbyayê nîqaş bikin.

Berdevkê hikumeta Almanya di daxuyaniyekê de ku Reuters`ê weşandiye got: "Serokwezîra Almanyayê  got ku nakokiya Lîbyayê bi rêya çareseriya leşkerî çarser nabe. Lew ra agirbest û pêşxistina prosesa siyasî pêwîst in." 

Serdana Hefter di çarçoveya gera wî de ji bo serdana gelek dewletên Ewropayê hat. Hefter duh li Qesra Elysee bi serokê Fransa Emmanuel Macron re civiya.

Artêşa Netewî ya Lîbyayê bi pêşengiya  Muşîr Xelîfe Hefter şerê hêzên hikumeta Wîfaq a di her aliyan de desteka xwe ji Tirkiyê digire, dike.

Mudexeleya Tirkiyê di lîbyayê û dosyaya penbarên Sûriyê de nakokiyek tûj di navbera Tirkiyê û dewletên Ewropayê de çêdike. Dewletên Ewropayê fişara Tirkiyê red dikin.

(şx)


Mijarên Din