Hefter di meha Remezanê de perspektîfên nû ji bo şer da

Fermandarê leşkerî yê Lîbya Xelîfe Hefter ferman da hêzên xwe ku şerê li Terablûsê di meha remezanê de dewam bikin, di wexteke ku NY`ê banga agirbesta mirovî kir.

Malpera “Exbar Lîbya” diyar kir ku fermandarê artêşa El-Wetenî ya Lîbya Xelîfe Hefter banga dewama şer li Terablûsê kir û destnîşan kir ku meha Remezanê hêza wan hîna xurttir dike, her wiha gelek perspektîfên şer ên girîng dan.

Berdevkê artêşa El-Wetenî Ehmed El-Mismarî di dîmenekî de da zanîn ku Hefter spasiya xwe ji hemû leşker û efseran re li ser têkoşîna wan li dijî terorê, şand. .

Hefter daxwaza parastina çek û cebilxaneyê bikin taybet piştî pêkanîna serkeftinê û hişyar bin û çekan li gorî aboriya heyî bikar bînin.

Beriya niha şandeya Netewên Yekbûyî ji bo desteka Lîbya banga agirbesta mirovî ji bo hefteyekê kir ku ji roja duşemê dest pê dike ango roja yekemîn ji meha Remezanê da ku hevpeymana mafên mirovan pêk bînin.

(jo)


Mijarên Din