Hefter dubare balê dikişîne ser vekişîna artêşa Tirk ji Lîbyayê

Fermandarê artêşa nîştimanî ya Lîbyayê beriya ku bi hikumeta Wîfaqê re bikeve nava dan û standinan, bal kişand ser vekişîna leşkerên dewleta Tirk û piştrast kir ku heke hikumeta Wîfaqê hêzên xwe venekişîne ew nakevin nava diyalogan.

Tora El-Erebiye li ser zimanê fermandarê artêşa nîştimanî ya Lîbyayê Xelîfe Hefter ji Qahîrayê ragihand ku artêşa Tirk rasterast destwerdana şerê li Lîbyayê dike.

Hefter dubare bal kişand ser rakirina qedexeya şandina çekan ji artêşa Lîbyayê re û bang li Misirê kir ku piştgiriya bike û dagirkirina Tirkiyê li Lîbyayê bisekinîne. Hefter banga aktîfkirina hevpeymana parastina hevbeş a erebî û aliyên navneteweyî rê nedin ku bi rêya Tirkiyê çek derbasî Lîbyayê bibin.

Her wiha Qahîreyê ji Hefter re ragihand ku divê hêzên Wîfaqê bisekinîne û êdî çekan nede wan.

Misirê jî destwerdanên welatên derve ji Lîbyayê re red kir. Li milekî din jî Misir rê nade gefên li dijî sînorê rojavayê Misirê.

Tê zanîn ku Enqere destekê dide hikumeta Wîfaqê û di çarçoveya "şêwirmendiya leşkerî” de çeteyên ji Sûriyê dişîne Lîbyayê

eh


Mijarên Din