Hefter fermana derbeya keştiyên Tirkiyê da

Xelîfe Hefter şeva înê, ferman da hêzên xwe ku hemû keştiyên Tirkiyê li av herêmî ya Lîbyayê û hemû noqteyên Tirkiyê yên istratejîk li ser axa Lîbyayê, derb bikin. 

Berdevkê hêzên Hefter Ehmed El-Mismarî bi daxuyaniyekê ji AFP`ê re ragihand ku ferman ji"Hêzên ezmanî re ye, ku keştî û qeyikên li hundirê ava herêmî û ji hêzên bejahiyê jî hemû noqteyên istratejîk ên Tirkiyê der bikin.”

Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Hemû şîrket, navendên Tirkiyê û hemû projeyên girêdayî dewleta Tirkiyê ji hêzên çekdar re dibe armanc wekî bersiva dijminahiya Tirkiyê ye. Her wiha hemû rêwîtiyên ji û ber bi Tirkiyê ve werin rawestandin û li ser xaka Lîbyayê çi kesê Tirk hebe divê were girtin."

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Ev biryar wekî bersiva kiryarên ku xaka Lîbayayê ji duh bi şev de, ji aliyê Tirkiyê ve rastî kiryarên xerabiyê tê, hate girtin.”

Enqera piştgiriya Hikumeta El-Wîfaq El-Wetenî û navenda wê Terablûsê dike, li ser vî esasî gelek sotemenî û wesayitên zirxî şandin Lîbyayê. Hêjayî bi bîr xistinê ku Lîbya ji dema xistina rejîma Miamar El-Qezaqî sala 2011`an di nava gendeliyê de ye û hêzên artêşê yên Wetenî yên Lîbyayê, Tirkiyê tewanbar dikin ku piştgiriya terorên li  Lîbyayê dikin.

(eh)


Mijarên Din