Hefter:  Heta têkbirina mêtîngeran em ê şer bikin

Fermandarê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Xelîfe Hefter bi zimanekê hişt êrişî serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan kir û hikûmeta Wîfaqê bi xayîn, ajantî û firotina Lîbyayê ji bo mêtingeran tewambar kir.

Rûpela înternêtê ya fermandarê giştî ya hêzên çekdar a Lîbyayê qeydeke deng a fermandarê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Xelîfe Hefter weşandiye. Hefet diyar dike ku ew ê şer dewam bikin ta "Mêtingeran" vala vegerînin. Hefter her wiha Tirkiyê tewambar dike ku dixwaze Lîbyayê vegerîne împratoriyeke "Paşketî".

Xelîfe Hefter Cejna Remezanê li leşkerên xwe dike û dibêje: "Her tirkek ku lingê xwe xistiye vî welatî, her çeteyek ku kêm aqilê Tirkiyê ew şandine û her xayînek wê bibe hedefa projeya me ya parastinê…Efser û leşkerên me yên leheng hûn şereke pîroz vekirî li hemû eniyan dikin ku dê biserkeftinê encam bide. Wekî çawa di şerê li dijî terorê em fêr bûne em şer bikin û em ê şer bikin ta mêtingeran destvala binkeftî vegerînin. "


Mijarên Din