Hefter: Hêzên Lîbyayê li Terablusê li dijî terorîstan nêzî serkeftinê dibin

Fermandarê Giştî yê Arêtşa Nîştimanî ya Lîbyayê Muşîr Xelîfe Hefter şeva çarşemê li gel kanalekê ragihand ku hêzên Lîbyayê li Terablusê li dijî terorîstanê nêzî serkeftinê dibin.

Muşîr Xelîfe Hefter daxuyand, ew hewl didin ku rola peytextê Terablusê ji tevahî lîbyayan re vegerîne.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar got ku hemû leşker, serbazên refê û serbazên artêşê yên li ser sînorên paytextê ne ji bo rizgarkirina Terbalusê ji destên terorîst û komên çete, xwe amade bikin.

Hefter lê zêde kir ku hemû lîbyayên birûmet bi aram bin, ji ber soza serkeftina mezin û pêkanîna armancê nêz bû.

Hefter anî ziman ku armanc rizgarkirina welat ji terorîstan e, ji rojhilat heta bi rojava û ji bakur û ta başur.

(fr)


Mijarên Din