Hefter ji Macron re: Mercên agirbesta li Lîbyayê hê jî bi dawî nebûne

Muşîr  Xelîfe Hefter, ji serokê Fransayê Emmanuel Macron ê ku li Parîsê pêşwaz wî got: “Merc hê jî bi dawî nebûne" da ku biryara agirbestê di navbera hêzên wî yên ku ji meh û nîvekê ve hewl didin serweriya Terablusê bikin û hêzên hikumeta Wîfaq a El-Wetenî de ku li hemberê disekinin, bistîne.

Elysee di daxuyaniyekê de ku Hefter li gel Macron bal kişand ser ku pêwîstî bi ji nû ve organîzekirina diyaloga siyasî heye da ku ji krîzê derkevin. Di heman demê jî serokê Fransayê îşaret pê kir ku pêdivî bi gihandina agirbestê "di leztirîn dem de" heye.

Li gorî AFP’ê, Elysee destnîşan kir ku "bawerî di navbera aliyên Lîbyayê yên kirdar de ji berê kêmtir bûye ".

Li gorî daxuyaniya fermî ya Fransayê, Hefter rewşa ku li ser erdê rû dide ji Macron re ragihand û tekez kir ku ew pêş de diçin û hêdî hêdî nuqteyên xwe  digirin.

(fr)


Mijarên Din