Hefter nûnerê navneteweyî bi parçekirina Lîbyayê tawanbar kir

Fermandarê leşkerî yê Lîbyayê Xelîfe  Hefter nûnerê NY`yê Xesan Selamê bi girêdana bi aliyekî û parçekirina Lîbyayê tawanbar kir.

Xelîfe Hefter di hevpeyvîneke li gel Le Journal du Dimanche ya Fransî de wiha got: "Parçekirina Lîbyayê, dibe ku dijminên me vê yekê dixwazin. Dibe ku Xesan Selamê jî vê yekê dixwaze. Lê heta ku ez dijîm, ez nahêlim ev yek pêk were."

Hefter destnîşan kir ku Selamê “daxuyaniyên bêberpirsyarî” didomîne û wiha got: "Berê ne wiha bû, ew hate guhertin û ew ber bi navbeynkarê girêdayî aliyekî ve çû."

Hefter wiha lê zêde kir: "Lê careke din ev parçekirin nabe, ji ber ku gelê Lîbyayê dê yek be û dê Lîbya yek gel be. Ên din ne tiştek in."

(jo)


Mijarên Din