Hefter û Sîrac hêzên xwe li derdora Terablusê xurt dikin

Li gorî raporên çapemeniyê, artêşa Lîbyayê ya bi serkêşiya Hefter û hêzên hikumeta Wîfaq a Wetenî ya bi serkêşiya Sîrac, hêzên xwe xurt kirin û ev yek jî dibe ku bibe sedem ku li derdora Terablusê şerên giranê rû bidin.

Şevê din li başûrê paytexta Lîbyayê Terablus bê dengiyeke hebû. Li gorî hinek malperên nûçeyan ên girêdayî Fermandariya Giştî ya Artêşa Lîbyayê ya bi serkêşiya Hefter û hinek malperên girêdayî hikumeta Wîfaq a Wetenî bi serkêşiya Fayiz Sîrac ragihand ku şevê din ji her du aliyan hêz têk komkirin. Ev yek jî diyar dike ku dibe li eniyên sereke û bi taybet derdora bajarê Ezîza yê stratejîk  heta başûrê Terablusê û aliyên başûrê bajêr şer derkeve.

Rojnameya Rûsya Today diyar kir ku li Eyn Zare, rêya Sewanî, koşa Bin Xeşîr şerê giran rû dan. Di wî şerî de her du aliyan baregehên leşkerî û herêmên jîndarî demeke kurt xistin bi serweriya xwe bêyî ku her du alî destkeftiyên mezin bi dest bixin.

Hêzên alîgirên hikumeta Wîfaq a Wetenî bi serkêşiya Ûsama Ciwêlî yekîneke artêşê ji herêma Ezîziye ber bi geliyê Hîra ve dûr xistin.

Tevî şerê giran di navbera her du aliyan de lê paşê rewşa herêmê nehat guhertin. Artêşê xwest ku deverên sereke ji bajêr dîsa bixin bin serweriya xwe de. hêzên hikûmeta Wîfaq hewl da bajarê Xiriyan ji destê artêşê derxe û bixe bin serweriya xwe de.

Berdevkê Artêşa Wetenî Lîwa Ehmed Mismarî got derengmayîna pêşveçûna artêşê ji ber ku parastina sivîlan dikin. Her wiha  Lîwa Rikin  Idrîs Madî berpirsê herêma leşkerî ya rojava ragihand ku hêzeke mezin bi serkêşiya wê ji bajarê Zintan ber bi odeya çalakiyên rizgarkirina Terablusê ve diçe û ew ê erka şer li wê derê bi rê ve bibe.

Her wiha di dîmenan de hat diyarkirin ku karwanên erebeyên zirxî ji herêma Cebel Xerbî û rojava ber bi paytextê ve diçûn da ku li hêzên artêşa hêza xwe li derdora Terablusê xurt bikin.

Artêşa Lîbyayê ya bi serkêşiya Xelîfe Hefter desteka xwe ji dewletên Kendavê û dewletên rojavayî digire, lê hikumeta Wîfaq jî desteka xwe ji Qeter û Tirkiyê digire.

(bx)


Mijarên Din