‘Heger pêşî Tirkiyê  neyê girtin wê ev dagirkerî heya Mûsil û Bexdadê jî here’

Elî Kerîmî got: “Tirk dixwaze di serî de, Başûrê Kurdistan û bi giştî Rojhilata Navîn dagir bike û sînorên xwe berfirehtir bike. Heger pêşî li dagirkeriya dewleta Tirk neyê girtin wê ev dagirkerî heya Mûsil û Bexdad jî here.”

Artêşa Tirk di 27’ê Gulanê de li çiyayê Şekîf û girê Şehîd Derwêş ên li herêma Xakurkê ya Başûrê Kurdistanê operasyoneke dagirkeriyê dabû destpêkirin. Dewleta Tirk ji raya giştî re diyar kiribû ku navê operasyona dagirkeriyê ‘Pençe’ ye. Leşkerên dewleta Tirk barergehên xwe li herêma Başûrê Kurdistanê zêde kirine her wiha  peşmergeyên PDK jî gelek noqteyên xwe radestî leşkerên Tirk kirine. Di hedefgirtine de sivîl tên qetil kirin. Li dijî êrîşan Hêzên Xweparastin yên Başûrê Kurdistanê  hat ragahandin. 

Siyasetmender û nivîskarê Başûrê Kurdistanê Elî Kerîmî dagikreriya dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê ji ajansa me re nirxand.

Kerîmî diyar kir ku bi dehan salanê dewleta Tirk êrîşên xwe li Başûrê Kurdistanê pêk tîne û got: “Ev êrîş teybet di demsala havîn û buharê de bi hinceta PKK`ê pêk tên. Lê ya rast ew e ku dewleta Tirk bi hevkariya PDK`ê re dixwaze hêzên xwe li Başûrê Kurdistanê herdem bicîh bike û herêmê dagir bike. Tirkiyê sivîlan dike hedef û  malên  xelkê weran dike. Di bin hincetan de qetlîaman çêdike. Dewleta Tirk dixwaze di serî de, Başûrê Kurdistan û bi giştî Rojhilata Navîn dagir bike û sînorên xwe berfirehtir bike. Heger pêşî li dagirkeriya dewleta Tirk neyê girtin wê ev dagirkerî heya Mûsil û Bexdadê jî here.”

‘Êrîş di bin çavdêriya dewleta Iraqê de pêk tên’

Kerîmî anî ziman ku dewleta Iraqê xwe dijminên gelê Kurd dibîne û ji kiryarên dewleta Tirk yên li dijî hebûna gelê herêmê re bêdengî hilbijartiye û got: “Heger ev êrîş li ser cihên sûnî yan yên ereban pêk hatiba yekser dewleta Iraqê helwestên tund nîşan kiriba. Êrîş di bin çavderiya dewleta Iraqê de pêk tên. Ji van êrîşan dewleta Iraqê berpisyar e. Li Başûrê Kurdistanê  de ewqas êrîşên dewleta Tirk çêdibin, lê Mesûd Barzanî û Neçîrvan Barzanî li kêleka Tirkiyê rûdinin, çavên xwe ji êrîşan re digrin û xemsar nêz dibin. Di êrîşan de lihevkirinek di navbera Tirkiyê, Iraq û mala Barzaniyan de heye.”

‘Bêdengiya malbata Barzanî dibe sedema êrîşan’

Kerîmî destnîşan kir ku divê PDK`ê dev ji hevkariya dewleta Tirk a dagirker berde û ev tişt lê zêde kir: “Dewleta Tirk di herêma Başûrê Kurdistnê de rojane êrîşên hewayî pêk tîne, cihê ku dagirkirine noqteyên leşkerî ava dike û hêzên xwe bi cih dike. Bêdengiya malbata Barzanî dibe sedema ku hêzên Tirkiyê  li herêmê de zêde bibe. Pêşmergeyên PDK`ê parastina baregehên dewleta Tirk dike û gelek cih jî radestî leşkerên dewleta Tirk kirine. Divê PDK`ê dev ji hevkariya dewleta Tirk a dagirker berde. Ji ber dewleta Tirk ew wekî lîstik bi kar tîne. Piştî dagirkeriya xwe wê dewleta Tirk Başûrê têxê bin serweriya xwe û tu bandora hikûmeta Başûr namîne.”

‘Divê bawerî bi Tirkiyê neyê kirin’

Kerîmî diyar kir ku serdana nûnerên Başûrê Kurdistanê li Tirkiyê li dijî aramî û aşitiyê ye û wiha berdewam kir: “Her encama serdanan û hevdîtinên Tirkiyê re êrîşên  li ser Başûrê Kurdistanê hin xûrt dibin. Tirkiyê her şer dixwaze û hemû siyaseta xwe li ser şer rêve dibe. Divê tu bawerî bi Tirkiyê neyê kirin.”

(kc)

ANHA 


Mijarên Din