‘Heger şer li bakur rojavayê Sûriyê dewam bike ê karesetek be‘

Endama Navenda Têkiliyan a MSD`ê ya Navenda Helebê Roşan Mihemed got, heger aloziya leşkerî li Idlibê dewam bike dibe ku herêmê ber bi karesekê ve bibe, ji be ku sivîl têne kuştin û koçberkirin. Roşan Mihemed destnîşan kir ku her çareseriyek siyasî li Idlibê bi hebûna vînek navdewletî pêkan e.

Ji derdora 15 rojan ve li herêmên  gundewarê bakurê Hemayê,  rojhilatê Lazîqiye, rojavayê Helebê û parêzgeha Idlibê şerên dijwar di navbera komên çeteyan ên girêdayî dagirkeriya Tirk û hêzên Rejîma Sûriyê de bi desteka Rûsyayê li gel koçberbûna sivîlan rû didin.

Girêdayî sedemên gûrbûna şer, bandora wê li herêmê û çaranûsa Idlibê ku bargeha bingehîn a komên çete ye, endama Navenda Têkiliyên MSD`ê ya Buroya Helebê Roşan Mihemed axivî û got rûdanên li Idlibê encama civîna Astana 12 e.

Roşan destnîşan kir ku operasyonên leşkerî yên Rûsyayê li herêmê di çarçoveya lihevkirina "Bêçek"de pêk tê; ku li gorî wê rejîm û Rûsya dê bi kurahiya 30 km (20 mîl) pêşde biçe.

Roşan bal kişand ku dibe lihevkirin û gûrbûna şer, Idlibê ber bi karesetekê ve bibe û wiha domand: "Rewşa Idlibê ya heyî nepeniyên lihevkirinan eşkere dike. Çareseriya siyasî ya aloziya Idlibê dibe ku bi hebûna vînek navdewletî pêk were."

Di berdewama gotinên xwe de Roşan ev tişt anî ziman: "Gelek dewletan ji ber berjewendiyên xwe naxwazin aloziya Sûriyê çareser bibe û ewlehî li Idlibê pêk were."

Girêdayî çaranûsa Idlibê an ku bargeha sereke ya çeteyan Roşan ev tişt destnîşan kir: "Mîna ku me berê got, eger rewşa Idlibê ji aliyê nakokiya leşkerî ve bê çareseriyek siyasî bimîne, Idlibê dê ber bi qirkirinekê ve biçe. Ji ber ku tenê sivîl dibin qurbana hemleya leşkerî û fatora wê didin. Dibe ku wêraniyek mirovî pêk were, ji ber wê divê rê li pêşiya komkujî û koçberbûna şêniyên Idlibê ber bi Efrîna dagirkirî û bakur rojavayê welêt ve were girtin. "

Endama Navenda Têkiliyan a MSD`ê (navenda Heleb) Roşan Mihemed di dawiyê de got: "Hecedarî bi çareseriyek siyasî bi beşdarbûna tevahiya aliyên Sûriyê bê dûrxistina ti aliyek çalak heye. Divê diyalog Sûrî-Sûrî be û gel jêdera wê be da ku çaranûsa welatê xwe diyar bike."

(şx)
ANHA


Mijarên Din