Hejmara birîndarên teqîna Minbicê derket 32

Hejmara sivîlên ku di teqîna navçeya El-Heya ya Minbicê birîndar bûne derket 32 kesî. Komîteyê diyar kir ku ji bilî birîndarekî rewşa hemû birîndaran baş e.

MINBIC

Li gorî Komîteya Tenduristyê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê, hejmara sivîlên ku di teqîna navçeya El-Heye ya Minbicê birîndar bûne derket 32î.

Ajnasa me navên birîndaran bidestxist, birîndar ev in; Cemal Elî Zeydan, Ebdulxenî El-Elewî, Rabih Hec Ehmed, Hesen Hemo, Mihemed Remedan, Mihemed Ekaş, Mihemed Casim, Ebulhemîd, Mihemed Îbrahîm, Abdullah Xetab, Mesûd, Ebid Mehmûd, Elî El-Hisên, Hesen Kohan, Ebdo Mustefa, Îbrahîm Mihemed Xilêf, Heysem Rîfayî, Mûsa Seyfedîn, Mihemed Îbrahîm, Mihemed, Mihemed Elo, Mehmûd, Ehmed Xetab, Meryem Hemed, Bersan Hec Umer, Nermîn Muslim, Îsa El-Mustefa, Mustefa Xelo, Adil Ebdulselam, Mersîn, Buhar Xelîl û Îbrahîm Mihemed Elî.

Komîteyê diyar kir ku rewşa Elî El-Hisên yê 55 salî birîndar bûn ew rakirin nexweşxaneyên Heleb.

Cîgira Hevserokatiya Komîteya Tenduristiyê Muna Zekeriya diyar kir ku rewşa 22 birîndaran sivik bûn piştî hatin dermankirin ji nexweşxaneyê hatin derxistin û yên din jî rewşa wan baş e, niha têne tedawîkirin.

(bb)

ANHA


Mijarên Din