​​​​​​​Hejmara kesên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi Koronavîrusê ketine gihîşt 54 kesî

​​​​​​​Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku hejmara kesên ku bi Koronavîrusê gihîşt 54 kesan.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa di daxuyaniyeke xwe de piştrast kir ku 4 kesên din ku bi Koronavîrusê ketine, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine tespîtkirin.

Ciwan daxuyand ku her çar kesên ku bi Koronavîrusê ji herêma Şehbayê ne û bi vî rengî ne; 2 kes jê li Til Rifet in û yek jî li Kefernaya ye û kesê çara li navçeya Ehresê ye.

Ciwan Mistefa da zanîn ku ev kesên bi koronayê ketine 3 ji wan jin û yê din jî mêrek e.

Tevî hejmara îro ku bi koronayê ketine, heta niha li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 54 kes bi koronayê ketine.

ANHA


Mijarên Din