Hejmara kesên li Beyrûtê mirine gihîşt 154 kesan

Wezîrê Tenduristiyê yê Lubnanê Hemed Hesen îro ragihand ku hejmara gurbaniyên teqîna Lubnanê gihîşt 154 kesan û zêdetirî 5 hezar kes jî birîndar bûne.

Li gorî daneyên dawî heya niha ji ber teqîna 4’ê Tebaxê ya ku li paytexta Lubnan Beyrûtê rû daye, 154 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Li bendera Beyrûtê di 4’ê Tebaxê de du teqînên mezin pêkhatin. Teqîn bû sedema mirina dehan kesî û ziyanek mezin gihîşt Beyrûtê.

Wezîrê Tenduristiyê Hemed Hesen diyar kir ku hejmara mirovên jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 154 kesan. Fikar heye ku ev dane girantir bibe, ku hîn jî gelek kes winda ne.

Wezîr Hasan diyar kir ku nêzî 5 hezar kes birîndar bûne, bi rêjeya ji sedî 20 ji birîndaran neçarin li nexweşxaneyê bên dermankirin û rewşa tenduristiyê ya 120 ji wan giran e.

(şx)


Mijarên Din