Hejmara koçberên li kampa Eyn Îsayê zêde bû

Ji zêdetirî salekê ve hejmara koçberên kampa Eyn Îsayê di çarçoveya 13 hezar koçber de maye. Gelek sedemên li pêşiya vegera wan koçberan ji warên xwe re dibin bend. Ji aliyê xwe ve rêveberiya kampê bang li rêxistinên ku kar dikin kir ku girtekên pêwîst bigirin da ku koçberan teşwîqî vegerê bikin.

Di nav kampa Eyn Îsayê de ya girêdayî kantona Girê Spî derdora 13 hezar koçber û penaber ji herêmên cuda yên Sûriyê û Iraqê dimînin. Koçber li ser 2 hezar û 700 konan belav dibin, tevî 5 konên mezin ku bi navê Sîwan têne naskirin.

Rêveberiya Xweser di Mijdara 2016`an de kamp bi armanca pêşwazîkirina kesên ku ji şerên rizgarkirinê yên QSD`ê li dijî DAIŞ`ê li bajarê Reqayê û gundewarên wê revîne, vekiriye.

Meclisa Sivîl a Reqayê piştî ku di 18`ê Nîsana 2018`an de ava bû, rêveberiya kampê ji Rêveberiya Xweser wergirt. Meclisê barê pêşkêşkirina alîkariyan û pêwîstiyên sereke ji koçberan re bi hevkariya rêxistinan hilda ser xwe.

Hejmara koçberan di nav kampê de li gel berdewamkirina operasyonên rizgarkirinê yên QSD`ê li dijî DAIŞ`ê di navîna sala borî de 29 hezarî derbas kir. Bi ragihandina QSD`ê rizgarkirina bajarê Reqayê ji çeteyan, Meclisa Sivîl a Reqayê dest bi rakirina enqaz û peydakirina xebatên xizmetguzariyê û pêwîstiyên şêniyan ên bingehîn kir. Ji ber wê zêdetirî nîvê şêniyên Reqayê teşwîq bûn ku vegerin malên xwe. Niha hejmara koçberan di 13 hezar koçberan de ji destpêka 2018`an de heya roja me ya îro maye.

Par piraniya koçberên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî arambûna her du bajarên Reqa û Dêrazorê vegerîn bajarên xwe. Her wiha gelek koçber ji herêmên derveyî Rêveberiya Xweser derbasî kampê bûn û niha di nav kampên bêserûber de û di nav dibistanên herêmê de dimînin.

Di encama şerên dijwar ên QSD`ê de û operasyonên wê yên leşkerî li dijî çeteyên DAIŞ`ê, tevî çandina mayînan ji hêla çeteyan ve, malên sivîlan gelek wêran bûne. Ji ber wê koçber neçar man di nav kampê de bimînin, ji ber ku ti aliyek stargehek ji wan re pêşkêş nake. Tevî wê jî xebatên ku Rêveberiya Kampê pêşkêş dike, rewşa ewlehiyê ya baş û peydabûna derfetên kar hemû dibin sedema ku koçber venegerin warên xwe.

Bi deha hezaran koçberên ku ji cuda bajarên Sûriyê yên bin serweriya rêjîma Sûriyê û herêmên ku Tirkiyê û çeteyên wê dagir kirine, xwe dispêrin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Bi taybet kampên ku rêveberiyên xweser û sivîl ava kirine. Mîna kampa Eyn Îsayê ya ku zêdetirî 10 hezar koçber ji cuda bajarên Sûriyê yên ne girêdayî Rêveberiya Xweser lê bi cih bûne.

Li gorî serjimariya rêveberiya kampê, hejmara koçberan wiha ye: Bajarê Reqayê 3 hezar û 115, Dêrazorê 8 hezar û 73, Heleb hezar û 56, Idlib 48, Hema 64, Hims 162 koşber û Iraqê 518 penaber.

Koçbera ji bajarê Medan ê gundewarê rojhilatê Reqayê li ser berava çemê Firatê ya başûr a ku bin serweriya rêjîma Sûriyê de û nexwest navê xwe eşkere bike sedema mayîna wan di nav kampê de vegerand ewlehiya ku li herêmê peyda dibe û peydabûna derfetên jiyanê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berovajî rewşa bajarê wan.

Rêveberiya kampa Eyn Îsayê bi hevkariya hindek rêxistinan pêwîstiyên koşberan ji alîkariyan, peydakirina derfetên kar û hêsankirina derbasbûna wan pêşkêş dike.

Koçberê bi navê Ehmed El-Salih bal kişand ser peydabûna xebatan li kampê û rewşa jiyanî ya nû ya koçberan û got ew rolek mezin di mayîna koçberan de di nav kampê de dilîze.

Endamê rêveber ê kampa Eyn Îsayê Celal El-Eyaf mayîna hejmara koçberan di wê rêjeyê de vegerand ku malbatên ku li dibistanên gundewar de diman derbasî kampê bûn di heman demê de malbatên din ji kampê derketin. Her wiha gelek koçberên ji bajarên Sûriyê naxwazin vegerin warên xwe.

El-Eyaf diyar kir ku sedema mayîna zêdetirî 3 hezar koçber ji Reqayê di nav kampê de vedigere ku malên wan bi temamî di şerên rizgarkirinê de wêran bûne.

Hevserokê rêveberiya kampê bang li rêxistinên ku li herêmê dixebitin kir ku alîkariya koçberên ku nikarin ji ber wêrabûna malên xwe vegerin bikin û desteka pêwîst ji wan re pêşkêş bikin ji bo ku malên xwe ji nû ve ava bikin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din