Hejmara kuştiyên ji ber êrîşa Îsraîl a li Hums û Şamê, bûn 15

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku roja Yekşemê ji encamên derbeyên Îsraîlê yên li ser Sûriyê , 15 kes hatin qetilkirin, ji nav wan 6 sivîlên hene.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê têkildarî hejmara kesên hatine qetilkirin got: "Di encama derbeyên Îsraîlê yên li derdora Şamê, bejahiya navîn a Humsê 9 şervanên girêdayî hêzên rejîma Sûriyê û 6 sivîl jê 3`yê zarok nêzî herêma Sehnaya ya girêdayî bejahiya Şamê ye hatin qetilkirin."Têkildarî zelalkirina awayê qetilkirinê de, ku ka ji ber topbaranê yan ji fîşara teqînan mirine, Çavdêriya Mafên Mirovan tu agahî ranegihande.

çapemeniya rejîma Sûriyê jî diyar kir ku di encama êrîşên Îsraîlê yên nêzî Şamê, 4 sivîl hatin qetilkirin, her wiha hêzên rejîmê bersiva vê yekê dan û moşekên derdora paytexta Şamê û bajarê Humsê bê bandor kirin û çend ji wan xistine xwarê.

Di vê derbarê de ajansa Sana diyar kir ku çekên rejîmê yên ezmanî moşekên li bejahiya Şamê û Humsê hejmarek ji wan xistin xwarê.

(eh/kc)


Mijarên Din