Hejmara kuştiyên êrîşên li ser Xezayê bûn 25 kes, di nav de 2 jin hene

Di encama êrîşên li ser Xezayê ku ji sibeha roja Şemiyê destpê kir de 25 Filistînî mirin du nav de 2 jinên ducanî hebûn û nêzî 100 jî birîndar bûn. Komên çekdar ên Filistînê jî bargehên leşkerî û bajarê Îsraîlê kirin hedef, di encamê de 3 Îsraîlî mirin û bi dehan birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku ji Wezareta Tendurisityê ya Filistînê hatin girtin, di êrîşên hêzên Îsraîlê yên li ser Xezayê 25 Fililstînî hatin kuştin, di nav de ji kesên ji yek malbatê hene.

Nûeçgihanê me ji Xezayê diyar kir ku Îsraîlê 295 êrîşên esmanî li dijî 320 deverên li Xezayê ji avahî, înşaat, bargehên hikûmetê, mizgeft, dukan, zeviyên çandiniyê û saziyên ragihandinê bombebaran kirin.

Ji aliyê xwe ve çapemeniya Îsraîlê got, di hedefgirtina komên Filistînî bajar û bargehên leşkerî ya Îsraîlê 3 kes di nav de yeke ereb kuştin.

Nûçegihanê me ku agahiyên xwe ji çavkaniyên filistînî girtine got, "Misir, Qeter û NY`î di hewldanên xwe de ji bo vegerandina aramiyê û bidawîkirina alzoiyê dinavbera Xeza û Israîlê depêşketin e.


Mijarên Din