Hejmara kuştiyên şerê Terablûsê gihaşt 635’an

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ragihand ku derdora 635 kes di şerê li derdora paytexta Lîbyayê Terablûsê yê di navbera hêzên artêşa El-Wetenî Lîbî û hêzên girêdayî hikumeta El-Wîfaq de hatin kuştin.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) got di encama şeran de 41 sivîlan jiyana xwe ji dest da û zêdetirî 3 hezar û 550 kesên din birîndar in, di nav de 3 kes ji karkerên tenduristiyê ne.

Televîzyona El-Yeûm ragihand ku Rêxistina Navneteweyî ya Penaberan, beriya niha got zêdetirî 90 hezar kes neçar man ji ber şerê li Terablûsê malên xwe terk bikin, nûnerê NY`yê li Lîbyayê daxwaza agirbesta mirovî ya lezgîn kir, da ku alîkariya koçberên ku ji ber şer reviyane bikin.

Di heman demê de, dema ew êrîş pêk dihatin, sekreterê giştî yê NY`ê Antonio Guterres li Terablûsê bû, lê  ew bilez derbasî rojhilatê welêt bû, da ku hevdîtinê bi fermandarê artêşa El-Wetenî Xelîfe Hefter re bike û agirbestê bi hêzên El-Wifaq re lêkolîn bike.

Tevî ku nûnerê taybet ê NY`yê yê Lîbyayê Xesan Selamê got di van şert û mercan de rewş zehmet e jî, lê rêxistinên navneteweyî ragihand ku dan û standin tê payîn di demeke din de di vê mehê de pêk were û dê dewam bike. Bi wê yekê hewl didin aloziya di navbera her du aliyan de kêm bikin.

(jo/kc)


Mijarên Din