Hejmara nexweşên Koronavîrusê zêde dibe… xemsariya şêniyên Minbicê

Hejmara nexweşên Koronavîrusê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rojane zêde dibe. Ruxmî wê jî lê şêniyên herêmê di vî warî de bi xemsarî tev digerin.

Dîmenên li konlanên bajarê Minbicê ruxmî ku Koronavîrus (Covid-19) li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bûye û hejmara nexweşên wê rojane zêde dibe, nehatiye guhertin.

Li gorî daneyên dawîn ên Rêveberiya Xweser îro hejmara nexweşên Koronavîrusê gihaştiye 138`an, 6 nexweş mirine û 10 nexweş jî baş bûne.

Daneyên dawîn wiha ne: 98 nexweş li herêma Cizîrê, 9 li Reqayê, 19 li Şehbayê, 4 li Kobanê û 8 li gundewarên Dêrazorê.

Ruxmî ku vîrus li herêmê belav dibe, lê sûkên bajarê Minbicê mîna berê qerebalix in. Ev yek jî metirsiyên belavbûna nexweşiyê di nava şêniyan de zêde dike.

Şêniya bi navê Riweyde Silêman ji şêniyên bajêr e û dibêje: “Şênî hîna rêgezên xweparastinê pêk naynin. Dema yek mask dixe ber rûyê xwe hemû bi awayekî matmayî lê dinêrin. Hemû jê ditirsin ku bi nexweşiyê ketibe.”

Riweyde destnîşan kir ku divê şênî mask û lepikan bi kar bînin da ku xwe ji vê pandemiyê biparêzin. Her wiha Riweyde pêwîstiya hebûna zanabûna girêdayî dan û standina bi vê vîrusê re di nava şêniyan de piştrast kir û bang li şêniyan kir ku sûd ji hemleyên hişyariyê bigirin.

Riweyda di dawiya gotinên xwe de bang li aliyên têkildar kir ku tevahiya tedbîrên pêwîst pêk bînin da ku rê li pêşiya belavbûna pandemiyê di nava şêniyên bajêr de bigirin û pêdiviyên tenduristiyê mîna mask, lepik û madeyên dezenfektekirinê peyda bikin.

Rumxî ku li Minbic û gundewarên wê heta niha tu nexweşên vîrusê nehatine belgekirin, lê dîsa jî xetereyeke mezin heye ku vîrus bigihêje bajêr, nexasim ku vîrus li tevahiya herêmên li dora bajêr belav bûye.

Li herêmên bakur û rojavayê bajarê Minbicê yên di bin dagirkirina artêşa Tirk a dagirker de nexweşên Koronavîrusê hatin belgekirin. Her wiha herêmên di bin kontrola hikumeta Sûriyê de jêderên vê vîrusê ne. Li herêmên Rêveberiya Xweser mîna Reqa û Kobanê yên nêzî Minbicê nexweşên Koronavîrusê hatin belgekirin.

Şêniyê bi navê Mihemed Nûr Mihemed got: “Divê şênî tevahiya perspektîvên xweparastinê pêk bînin û ji vê pandemiya ku li cîhanê belav bûye hişyar bin.”

Nûr Mihemed destnîşan kir ku gel bi xemsarî nêzî Koronavîrusê dibe û tu hemleyên zanakirinê bi bandor ji gel re tune ne.

Rêveberiya Xweser tevgera veguhastinê di navbera herêman û bajarên sereke de yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de qedexe kir, ji bilî tevgera bazirganî û rewşên giran ên nexweşiyan. Her wiha tevgera çûn û hatinê bi rêya deriyên ku herêmên Rêveberiya Xweser bi herêmên din ve girê dide, rawestîn. Ev yek bajarê Minbicê ji herêmên din qut dike.

Şêniyê bi navê Ehmed Hisên ji şêniyên bajarê Minbicê ye, wiha got: “Xemaseriyek ji hêla gel ve li hemberî vê nexweşiyê heye bi taybet li gel ku bajarê tim qerebalix e.”

El-Hisên banga pêkanîna rêgezên xweparastinê, avakirina karantînayan û belavkirina belavokên hişyariyê li ser şêniyan kir.

(şx)

ANHA


Mijarên Din