Hejmara pêketiyên koronayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kêm bûye

Desteya Tenduristiyê ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tenê 9 kes bi koronayê (Covid_19) ketine û 3 kes ji ber nexweşiya koronayê mirine.

Li gorî Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa kesên bi koronayê ketine 7 mêr in û 2 jin in û li van herêman in:

Qamişlo: 2

Dêrik: 3

Girkê Legê: 1

Çilaxa: 2

Minbic:1

Mistefa anî ziman ku ji nav pêketiyên koronayê 3 kes baş bûne û 3 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

Bi van daneyan hejmara giştî pêketiyên koronayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihaşt 8 hezar û 399 kes, ji wan 289 kes mirine û hezar û 191 kes baş bûne.

(dm)


Mijarên Din