Hejmara qurbaniyên avahiya li Helebê hilweşiyayî zêde dibe

Hejmara qurbaniyên hilweşîna avahiyekê li herêma Xan Şok li bajarê Helebê, derket 12 sivîlan ku piraniya wan zarok in.

Hejmara qurbaniyên ku di hilweşîna avahiyekê de ku ji ber şer zerar gihîştibûyê li taxa Muadî ya herêma Xan Şok li bajarê Helebê, derket 12 sivîlan. Hewldanên rakirina sivîlên di bin enqazan de jî dewam dikin.

Li gorî çavkaniyan ji ajansa me re ragihandin, tîmên parastina sivîlan ên girêdayî rêjîma Sûriyê hewldanên dîtina 6 kesên ku tê texmînkirin di bin enqazan de ne û çarenûsa wan ne diyar e, dewam dikin.

Qurbaniyên vê karesatê ku ajansa me navên hinekan bi dest xistine, wiha ne:

1-  Renîm Betel (33)

2- Sumeya Ecûz (25)

3- Xedîr Wezeen (22)

4- Îsraa Ecûz (23)

5- Xîne Ecûz (11)

6- Ehmed Bexdadî (salek û nîv)

7- Mihemed Betel (65)

8- Mihemed Ecûz (55)

9- Semer Firdosî (52)

ANHA


Mijarên Din