Hejmara qurbaniyên Edenê gihaşt 100 kesî

Husiyan bi du êrîşan şahiya bi dawîkirina beşek ji leşkeran û navenda polîsan li bajarê Edenê başûrê Yemenê kir hedef. Di encamê de gelek kuştî çêbûn. Îro rêveberiya tenduristiyê ragihand ku qurbaniyên êrîşên Husiyan gihaşt 49 kuştî û 48 birîndaran.

Rêveberiya tenduristiyê ya Edenê ragihand ku hejmara kuştiyên êrîşan gihaşt 49 kesan û 48 jî birîndar in.

Cîgirê mudirê buroya tenduristiyê ya Edenê Mihemed Ribîd got li gel haletên kirîtîk, jimartina qurbaniyan berdewam e.

Serjimariyek berê destnîşan kir ku 27 kes di her du êrîşan de hatine kuştin. Êrîşek xwekuj li dijî navenda polîsan a li herêma El-Şêx Osman û ya din kampa El-Celaa ya leşkerî li herêma El-Berîqa ya li Edenê kir hedef. Husiyan ragihandin ku ew berpirsên her du êrîşan in.

Milîsên Husî yên girêdayî Îranê bi moşekek basiltî û balafirek bêmirov êrîşî kampa El-Celaa kir û şahiya bi dawîkirina beşek nû ji leşkeran kir hedef.

Di nav kuştiyan de dekan Munîr El-Yafî, fermendarê yekemîn ê hêzên piştgiriyê yê Edenê heye.

(şx)


Mijarên Din