Hejmara qurbaniyên komkujiya li kampa Neyrebê zêde bû

Çeteyên dagirkeriya Tirk duh bi şev komkujiyek liKampa Neyreb a başûrê rojhilatê bajarê Helebê pêk anî. Hejmara qurbayên gihaşt 12 mirî di nav de 3 zarok û 2 jin.

Tobparan û bombebarana rejîma Sûriyê û Rûsya li herêmên bêçek didome. Li hemberî wê jî çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker duh bi şev komkujiyek li ser niştecihên Kampa Neyreb a başûrê rojhilatê bajarê Helebê pêk anî. Çeteyan kamp bi moşek û topan kirin hedef. Li gorî agahiyên duh di komkujiyê de 6 kes miribûn. Li gorî serjimaiya dawî 12 şênî di nav de 3 zarok û 2 jin mirine û hejmarek birîndar bûn.

Hate diyarkirin ku di encama hedefkirina taxa El-Cemîliye û derdora wê de li bajarê Helebê ji aliyê komên çete ve, jinek, mêrek mirin û hejmarek din jî birîndar bûn. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku ji duh ve piştî nîvê şevê roja Sêşemê û heya saetên berbangê sibeha Çarşemê bi dehan moşekên çeteyan li deverên ji taxên Suryan, Cemîliye, Kolana Tişrîn, Mesakên El-Sebîl, El-Zehraa, Kolana El-Nîl, derdora Mogembo ya beşa rojavayê bajarê Helebê ketine.

Ji aliyekî din ve çeteyan her du bajarokên Nibul û El-Zehraa yên gundewarê bakurê Helebê bi awayekî bêser û ber bi moşekan kirin hedef.

Girêdayî heman mijarê hêzên Rejîma Sûriyê ragihandin ku wan bajarokê El-Hiwêz ê gundewarê Hemayê kontrol kiriye.

(şx)
ANHA

 


Mijarên Din