Hejmara qurbaniyên rêzeteqînên li Srî Lankayê gihîşt 160’an

Hejmara qurbaniyên rêzeteqînên ku di roja cejna Paskalyayê de li dêr û otêlên li Srî Lankayê pêk hatin, gihaşt 160 kuştiyan û zêdetirî 360 birîndaran.

Kanala Exbar Elûla ya herêmî ya Srî Lankayê ragihand ku hejmara qurbaniyên di rêzeteqînên li gelek dêr û otêlên Srî Lankayê sibeha cejna Paskalyayê ya xiristiyanan pêk hat, gihaşt 160 kuştî û zêdetirî 360 birîndaran.

Têkildarî mijarê AFP`ê diyar kir ku herî kêm 9 biyaniyan jî di rêzeteqînên vê sibehê de jiyana xwe ji dest da.

(eh)

 


Mijarên Din