NÛÇEYÊN LEZGÎN! Li Minbicê teqînek pêk hat

Hejmara şehîdên teqîna Reqayê derketin 9

Li gorî agahiyên dawî, cenazeyên 9 şehîdan û 9 birîndar gihiştin nexweşxaneyên Tib El-Hedîs û Firatê yên Reqayê.

Îro saet 15:05‘an li kolana Basil a bajarê Reqayê mayînek û paşê erebeyek Suzuki rengê sor hatibû mayînkirin teqiyan.

Rêveberên nexweşxaneyên Tib El-Hedîs û Firatê diyar kirin ku cenazeyê 9 şehîd û 9 birîndar gihiştin nexweşxaneyan, di nav birîndaran de rewşên giran hene.

Li gorî nexweşxaneya Firatê, ji  sivîlên şehîd bûne "Îsmaîl Delî (12), Mihemed Ebdulrehman Mustefa (10), Esed Elî (40), Necah El-Hesen û jin û zilamekî nasnameyên wan nehatin naskirin.

Ji birîndaran nasnameyên 3 kesan hatin naskirin "Cemla Feysel, Meha Mihêmîd" di odeya çavdêriya awarte de ne û Ehmed Ebdulrehman Mustefa di odeya emeliyetê de ye. 

Her wiha li nexweşxaneya Tib El-Hedîs cenazeyê 3 şehîdan  û 9 birîndar hene. Ji şehîdan Wetha El-Yûsif (10) salî hate naskirin, birîndar jî ev in "Emar Hesen El-Elo (25), Îsmaîl Cebel (10), Mihemed El-Mehmûd El-Yûif (17), Ebdullah Mihemed (6), Mihemed El-Hemûd (50) û Ebdulmecîd (70).

Her wiha ji birîndarên li nexweşxaneya Tib El-Hedîs jî hîna nehatin naskirin.

ANHA


Mijarên Din