Hejmara yekemîn a Rojnameya `Sûrî` derket

Hejmara yekemîn a Rojanemay Sûrî derket. Rojnameya Sûrî nûçeyên tevahiya bajarên Sûriyê ji tevahiya aliyan ve radighînbe.

Piştî amadekariyên 5 mehan dewam kir, îro hejmara yekemîn a Rojnameya Sûrî ya nûçeyan derket û hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat belavkirin.

Rojnameya Sûrî rojnameyek herêmî ye û dozên civakî, siyasî, zanistî, werzîş û jin digire dest. Ji bo meşandina xebatên rojnameyê 5 kes hatin amadekirin.

Rojnameya Sûrî heftane ye, ji 12 rûpelan pêk tê. Her rûpelek girêdayî mijarekî ye. Di rojnameyê de mijarên siyaseta herêmî, siyaseta navdewletî, civakî tevî rûpelek taybet bo jinê, werzîş, tenduristî û zanistî têne nirxandin.

Edîtorê rojnameya `Sûrî` Mîzer Şihab ji ajansa me re behsa amadekariyên weşandina rojnameyê kir û got: "Ji 5 mehan ve amadekarî têne kirin. Armanca rojnameyê belavkirina hezkirinê di navbera gelê Sûriyê de û tunekirina nakokiyan e."

Ji aliyê xwe ve endama rêveber Mutîa El-Hebîb derketina hejmara yekemîn a rojnameyê li tevahî gelê Sûriyê pîroz kir û wiha domand: "Em soz didin gelê xwe ku em dê hewl bidin navê rojnameyê li gorî navaroka wê be. Her wiha em hewl didin hejmara nûçegihanan zêde bikin da ku rojname giştî be. Ji bo wê em ê nûçegihan li tevahiya bajarên din mîna Hims, Hema, Şam û gelek bajarên din amade bikin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din